Endamekî MSD'ê: Divê em ji hemû guhartinan re amade bin

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hesen Mihemed Elî di civîna li gel rewşenbîr, siysetmedar û saziyên Rêveberiya Xweser de got: "Divê em yekitiya xwe xurt bikin û li gorî guhartinan xwe amade bin."

Endamekî MSD'ê: Divê em ji hemû guhartinan re amade bin
Endamekî MSD'ê: Divê em ji hemû guhartinan re amade bin
Endamekî MSD'ê: Divê em ji hemû guhartinan re amade bin
Endamekî MSD'ê: Divê em ji hemû guhartinan re amade bin
Endamekî MSD'ê: Divê em ji hemû guhartinan re amade bin
Endamekî MSD'ê: Divê em ji hemû guhartinan re amade bin
29 hezîran, 2022   14:11
KOBANÊ

Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî di civîna li xwaringeha Nan û Dan a li Kobanê li dar ketiye de li ser rewşa heyî axivî. Di civînê de hiqûqnas, kesayetên ji partiyên siyasî, rewşenbîr, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û rûspiyên eşîrên herêma Firatê amade bûn.

Di civînê de Hesen Mihemed Elî geşedanên siyasî nirxandin.

Elî wiha got: "Me têkoşîn li vê herêmê bi pêş xist û berhemên vê têkoşînê qezenc kir. Her wiha me bi hev re welatekî layiqî welatiyên wê ava kir. Yên ku hewl dan fitneyê bixin nava pêkhateyan bi bin ketin. Îro jî ji vê civîna li vir îsbat dibe ku ew komployên li dijî me têk çûn. Lê tevî astengiyên heyî jî divê em yekitiya xwe xurt bikin."

Elî bal kişand ser projeya dewleta Tirk a Osmaniya Nû û ev tişt anî ziman: "Pirsgirêka ne di hebûna kurdan li herêmê de ye, lê belê pirsgirêk di hedefên wê de ye. Em îro di kûrahiya krîzê de ne. Heke em nikaribin bi rê ve bibin wê dijmin me qir bike. Di vê demê de ji me tê xwestin ku bi şev û roj bixebitin heta ku bigihînin armancên xwe."

Hesen Mihemed Elî wiha nirxandina xwe ya siyasî bi dawî kir: "Dema em li rewşa cîhanê dinêrin, em dibînin ku gelek dewlet bi sedema krîzan nikarin xwe bi rê ve bibin. Hilweşîna rejîman nîşaneya guhartina bingehên cîhanê ne. Divê em jî li gorî wan hemû guhartinan amade bin."

Piştî nirxandina siyasî, beşdran li ser çawaniya pêşîlêgirtina êrişên dewleta Tirk, mekanîzmeya rêgirtina li ber koçberiyê û sedemên wê dihêlin ciwan koçber bibin û asta bandorê şerê taybet li ser wan, nîqaş kirin.

(fr)

ANHA