​​​​​​​Desteya Tenduristiyê ji ber wefata Zekî Pîrsûs peyama sersaxiyê da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber wefata kesayeta welatparêz Zekî Pîrsûs ku kedeke mezin da qada tenduristiyê daye, peyama sersaxiyê da.

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê ji ber wefata Zekî Pîrsûs peyama sersaxiyê da
29 hezîran, 2022   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber wefata kesayeta welatparêz Zekî Pîrsûs peyama sersaxiyê da.

Di peyamê de tê gotin: "Duh, me kesayeta welatparêz a şoreşger ê ku jiyana xwe xiste xizmeta gel û welatê xwe û rojek ji erk û birpirsyartiyên xwe yên şoreşgerî, neteweyî û mirovî dudilî nebû, winda kir.

Me şehîd Zekî Pîrsûs bi kesayeta wî ya mutewazin, hezkerê kar û mirovahiyê nas kir. Şehîdê nemir kedeke mezin di qada tenduristiyê da. Bi hem enerjî û derfetên xwe di warê tenduristiyê de xizmet pêşkêş kir.

Zekî Pîrsûs ji kesên destpêkê bû ku qada tenduristiyê li herêmê pêş xist, yek ji damezrînerên Peymangeha Tenduristiyê ya li Serêkaniyê ya dagirkirî û Akademiya Tenduristiyê ya li bajarê Qamişlo bû ku di vî warî de gelek ked û proje pêşkêş kirin.

Wefata kesayetekî mirovî ku bi hemû mejiyê xwe nêzî dozên gelê xwe bû, windahiyeke niştimanî ye.

Em wekî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd re dixwazin û soza şopandina têkoşîna avakirin, pêşxistin û parastina destkeftiyan, israreke xurttir li ser pêşxistina qada tenduristiyê dide da ku bibe ninumeya ku şehîd Zekî Pîrsûs dixwest.

Têkoşîna me wê dewam bike. Wekî bijîşk û xebatkarên qada tenduristiyê em ê mîsyona xwe biparêzin.

Şehîd namirin."

ANHA