‘Planên dewleta Tirk dê mîna yên berê têk biçin‘

Rêveber û rûspiyên eşîrên herêma Efrînê got armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmê ew e ku berxwedana şêniyan bişkîne, îradeya wan lawaz bike û teqez kir ku ev siyaset dê mîna siyasetên berê têk biçe.

‘Planên dewleta Tirk dê mîna yên berê têk biçin‘
29 hezîran, 2022   00:50
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Bi dagirkirina kantona Efrîn û koçberkirina niştecihên wê yên resen re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî rojane bi top û balafirên bê mirov êrişî kantona Şehbayê dikin.

Bi gefên Erdogan ên dagirkirina herêmên nû re asta êrişên li dijî herêmên ku welatî lê dijîn, zêde bûne. Ji ber van êrişan bi dehan mal wêran bû bi dehan hektar zeviyên çandiniyê şewitîn.

Hevserokê Desteya Çand û Huner a herêma Efrînê Henan Seydo têkildarî mijarê wiha axivî: "Gefên dewleta Tirk ne nû ne. Ji destpêka ku kantona Efrînê dagir kiriye û em koçberî kantona Şehbayê kirine ve, me melên hilweşandinî û kamp cihê berxwedanê girt da ku Efrînê rizgar bikin. Dewleta Tirk bi çekên giran, topên hawnan û obîsan êrişî me dike."

Henan Seydo anî ziman ku dewleta Tirk îdiya dike ku parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dike û herêma ewle ku dixwaze ava bike korîdoreke da ku planên osmanî pêk bîne.

Seydo got: " Em parastian rûmet, maf û xaka xwe dikin. Em êrişî ewlehiya Tirkiyê ne kiriye û me tu êrişên dagirkeriyê li dijî wê pêk neaniye."

Henan Seydo di axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî, hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku gef û sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne sînordar bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû şênî bi zarok û kalepîrên xwe bi berxwedana li hember planên dewleta Tirk ve girêdayî ne."

Ji rêveberên Meclisa Kantona Efrînê Idrîs Weqas jî destnîşan kir ku ji destpêka ku Erdogan bûye serokê Tirkiyê ve dixwaze xeyalên osmaniyan vejîne û got: ''Bi nêzîkbûna hilbijatinên serokatiyê re dixebite da ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî derxîne derve da ku wêneyê xwe li pêşiya gelê xwe xweşik nîşan bide û careke din wî hilbijêrin, bi vê yekê kirinên xwe yên dermirovî bidomîne."

Idrîs Weqas di berdewamiya axaftia xwe de ev tişt anî ziman: "Piştî şênî ji Efrînê hatin koçberkirin, Erdogan dixwaze şêniyan ji Şehbayê koçber bike û Mîsaqî Millî pêk bîne ku tevahî bakurê Sûriyê dagir bike."

Weqas bêdengiya navneteweyî ya li hember van gefan şeremzar kir û got: "Em bêdengiya navneteweyî û bêdengiya dewletên garantor ên li Sûriyê şermezar dikin, ji ber dibînin ku Erdogan û çeteyên wê sûcan li dijî şêniyên Efrîn û Şehbayê pêk tîne. Rojek derbas nabe bêyî ku malên welatiyan topbaran neke."

Weqas îşaret pê kir ku tevî ambargo û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şêniyên Efrînê berxwedana xwe di kamp û malên kavilkirî d didmînin û li hemberî planên dagirkeriyê bi xeta berxwedanê ve girêdayî ne.

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs, şêx Elî El-Bû Xemîs da zanîn ku armanc ji êriş û gefên dewleta Tirk ew e ku serdema osmaniyan vejîne û wiha got: "Em derfetê nadin ku planên xwe yên qirêj pêk bînin. Ji ber plananên wan şaristaniya Efrînê û herêmên din ên dagirkirî hate talankirin û wêrankirin."

Têkildarî xwepêşandanên ku li herêmên dagirkirî derketin, Elî El-Bû Xemîs ev tişt got: "Em rûspiyên herêma Efrînê xwepêşandanên li dijî faşîzmê pîroz dikin. Em bang li kesên li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî dikin ku yekitiya xwe xurt bikin û li hember dagirkeran serî hildin."

El-Bû Xemîs di dawiyê de teqez kir ku planên dewleta Tirk dê mîna planên berê têk biçin û got: "Planên ku dagirkeran dixwestin li Sûriyê pêk bînin têk çûn, planên nû jî dê mîna wan bin, ji ber şêniyên Efrîn û Şehbayê bi berxwedana li hember dijmin û hevkarên wan ve girêdayî ne.

(bx)

ANHA