Li Urdunê ji ber belavbûna gaza jehrî 10 kes mirin

Li bendereke Urdunê ji ber belavbûna gaza jehrî 10 kes mirin û 260 kes birîndar bûn.

Li Urdunê ji ber belavbûna gaza jehrî 10 kes mirin
27 hezîran, 2022   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bendera Eqebe ya Urdunê di dema veguhestina tankerên gaza bi jehrî de tankerek ket xwarê. Ji ber gaza jehrî ya ku li derdorê belav bû heta niha 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, 251 kes jî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê

Her ku diçe hejmara qurbaniyan zêdetir dibe.