Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî vegirt

Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê ji bo şehîd Ferhad Şiblî konê sersaxiyê vegirt. Beşdarên merasîmê destnîşan kirin ku ew ê li ser şopa wî bin û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî kirin ku destwerdanê bikin, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestînin.

Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî vegirt
27 hezîran, 2022   14:29
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên Dêrazorê û endamên saziyên sivîl, leşkerî û rûspiyên herêmê tev li merasîma sersaxiyê bûn. konê sersaxiyê li qada meclisê li bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrazorê hatiye vegirtin.

Di merasîma sersaxiyê de, endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Mihemed El-Ebdullah axivî û got: “Divê em ji bo parastina welat, gel û rûmeta xwe li dijî van êriş û gefan xwedî helwest bin.”

Mihemed El-Ebdullah bang li gelê Sûriyê kir ku li kêleka QSD’ê, li dijî dagirkeriya Osmanî ya ku hovantirîn cureyên şer li dijî gelê me dide meşandin bisekinin.

El-Ebdullah wiha domand: “Tu cudahî di navbera Ereb, Kurd, leşker û sivîlan de tune ye. Em ji vir bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcdarê hov bi tundî şermezar dikin.”

Her wiha El-Ebdullah bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcên sûcdarê hov Erdogan rawestînin.

El-Ebdullah ev li gotinên xwe zêde kir: “Erdogan siyaseta tirkkirin û guhertina demografiyê dide meşandin, ji ber wê jî divê em xwedî li xwîna şehîdan derkevin û li ser şopa wan bin ji bo pêkanîna aramiyê li herêmê.”

Di dawiya axaftina xwe de El-Ebdullah wiha anî ziman: “Em ê heta pêkanîna azadî û serkeftinê ji bo hemû pêkhateyên herêmê li ser şopa şehîdan bin.”

Girêdayî mijarê, endamê Saziya Karûbarên Olî ya Herêma Rojava Ebdulmutî El-Xelîl wiha anî ziman: “Şehîd çirayên rêya me ne, em hêvîdar in kesên xwedî rêgez û armanc, wan biparêzin û dev jê bernedin.”

El-Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Em Sûriya, pêşerojê ne û banga pêkanîna Sûriyaya pêşerojê dikin. Hemû kesên li Sûriyê, ewladên wê ne, yên ji bo welat û civaka xwe canê xwe feda dikin jî, şehîd in.”

Di dawiya axaftina xwe de El-Xelîl sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Şiblî û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.

(mh)

 ANHA