Dagirker gundên bakurê Minbicê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundên Ereb Hesen, Ewn Dadat, Erbe Kêlo, Cerad û Mefarîd ên bakurê Minbicê bi moşek û hawinan topbaran kirin.

Dagirker gundên bakurê Minbicê topbaran dikin
27 hezîran, 2022   05:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ereb Hesen, Ewn Dadat, Erbe Kêlo, Cerad û Mefarîd ên bakurê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran kirin.

Navendê teqez kir ku nêzî 96 moşek û hawinan li van gundan ketin û heta vê kêliyê topbaran berdewam e.

Li gorî navendê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di topbarankirina van gundan welatiyên dikin armanc.

(fr)