​​​​​​​Şehîd  Mihemed Zekî Çelebî li Silêmaniyê hate bibîranîn

Welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî yê di êrîşa çekdarî de şehîd bû, li Silêmaniyê hate bibîranin.

​​​​​​​Şehîd  Mihemed Zekî Çelebî li Silêmaniyê hate bibîranîn
26 hezîran, 2022   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 40 rojiya qetilkirina welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî, li Silêmaniyê meresîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de malbata Zekî Çelebî, kesayetên siyasî, oldar, rojnamevan û malbatên şehîdan amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Hevalê Çelebî, Îsnan Stêrk axivî û got: “Bila hikûmeta Herêm û Silêmaniyê baş bizane em ewqas ne bêhêzin ku bibin berxên ber kêrên dijmin. Bîr û baweriya me têkoşîna me ye. Em mafên xwe dixwazin. Em zilmê li kesê nakin û zilma kesê jî qebûl nakin. Tola piraniya şehîdên me hatiye hildan, wê tola Şehîd Zekî Çelebî jî were hildan. Em daxwaz dikin ku rêveberiya Silêmaniyê xwe ker û lal neke, kujer û xayînan destnîşan bike. Evqas hevalên me tên qetilkirin, êdî aramiya me jî nemaye.”

Piştre Mela Nadir jî di merasîmê de axivî û got: “Şehîd Zekî Çelebî kesek zîrek û jêhatî bû. Serê xwe li beramberî welatek serdest nimiz nekir û nokertiyê qebûl nekir.”

Hevjîna Mihmed Zekî Çelebî, Nurten Çelebî jî axivî û got: “Dizanim guhê Zekî li min e. Min li gel Zekî çavê xwe vekir, li gel Zekî welat û çanda xwe nas kir. Ez gelek bextewer im ku Zekî bûye bavê zarokên min.”

Nurten Çelebî diyarkir Mehmed ji bo wî ne tenê hevjîn bû, di heman demê de ew ji bo wî dayik, bav û welat bû.

Piştî axaftinan sînevîzyona der barê jiyana Mihmed Zekî Çelebî de hat nîşandan.

Meresîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.