​​​​​​​Welatiyên Til Rifet: Em heta rizgarkirina herêmên dagirkirî ji Til Rifetê dernakevin

Welatiliyên Til Rifetê teqez kirin ku ew heta pêkanîna serkeftin û rizgarkirina Efrînê, ji Til Rifetê dernakevin.

​​​​​​​Welatiyên Til Rifet: Em heta rizgarkirina herêmên dagirkirî ji Til Rifetê dernakevin
27 hezîran, 2022   01:40
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Li gorî Meclisa Navçeya Til Rifetê li bajêr, 22 hezar şênî hene jê 7 hezar şêniyên wê yên resen in û yên mayî jî ji koçberên Efrînê ne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane Til Rifetê topbaran dikin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker di gelek boneyan de gefên dagirkirina wê xwarin û hîna bazaran dike ku derfeta êrişkirina bajêr wergire, lê şênî teqez dikin ku ew amade ne li hember dagirkeran bisekinin.

‛DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÎDIA DIKE KU TIL RIFET VALA YE’

Welatiyê bi navê Ebdurehman Hemo bal kişand ser îdiayên dewleta Tirk ku dibêje Til Rifetê vala ye û wiha axivî: "Em niha li navenda Til Rifetê ne. Me gelek îdiayên dewleta Tirk a dagirker bihîstin ku bajar vala ye. Ev îdia derew in û armanc dike şêniyan bitirsîne da ku ji malên xwe derkevin."

Hemo anî ziman ku heke ew ji Til Rifetê derkevin, wê berê wan li Efrîn be û got: "Em berê xwe nadin cihekî din û em ê heta pêknîna serkeftin û rizgarkirina Efrînê tê de bin."

Ebdurhman Hemû îşaret pê kir ku ew amade ne li hember dagirkeriya Tirk bisekinin, herêma xwe biparêzin û hemû herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.

‛JINÊN LI TIL RIFETÊ AMADE NE HEREME BIPAREZIN`

Koçbera bi navê Ferîde Mihemed destnîşan kir ku ew ji zêdetirî 4 salan ve li Şehbayê ne û gefên dewleta Tirk a dagirker ji wê demê ve hene û diyar kir ku şêniyên Til Rifet bi xeteriya avêtina moşekên bêserûber ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve rû bi rû ne.

Ferîde Mihemed ev tişt anî ziman: "Em jin amade ne li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê bisekinin û heta vegerin Efrînê berdêl çi dibe bila bibe em ji Til Rifetê dernakevin."

‛LI TIL RIFETÊ ZÊDETIRÎ 22 Hezar WELATÎ DIJÎN’

Hevserokê Meclisa Til Rifetê Mihemed Henan da zanîn ku niyetên dewleta Tirk a mêtinger ne tenê li ser bajarê Til Rifetê ne, lê belê dixwaze tevahî Şehba, herêmê bi giştî dagir bike û sînorên Mîsaqî Millî pêk bîne."

Henan têkildarî axaftina medya dîjîtal a Tirkiyê li ser derketina welatiyan ji Til Rifetê axivî û wiha berdewam kir: "Ev yek di çarçoveya şerê taybet de pêk tê ku dixwaze welatiyan bitirsîne da ku koçber bibin. Berovajî îdiayên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên hikumeta Şamê û baregehên leşkerî yên Rûsyayê ji zêdetirî 4 sal ve li Til Rifetê ne."

Henan diyar kir ku Meclisa Til Rifetê têkildarî propagandayên dewleta Tirk û çeteyên wê civînan ji welatiyan re li dar dixe û got hejmara şêniyên Til Rifetê 22 hezar welatî ye, jê 7 hezar şêniyên resen in.

‛DAGIRKERIYA TIRK BI BIHANEYÊN XWE HEWL DIDE SÎNARYOYA DAGIRKIERYA EFRÎNÊ DUBARE BIKE’

Mihemed behsa hincetên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina Efrînê kir û diyar kir ku vaye dîsa dagirkeriya Tirk bi heman hicetê an ku parastina “ewlehiya xwe ya neteweyî” û avakirina “herêma ewle”, ji bo dagirkirina Til Rifet û Şehbayê bi kar tîne.  

Henan wiha domand: "Gelo ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk heye ya me jî tune ye? Tirkiyê li ku bû dema DAIŞ li seranserî sînorên Tirkiyê û Sûriyê bû?”

‛DIVÊ HEMÛ GELÊN BINDEST ÊN ROJHILATA NAVÎN LI DIJÎ PLANÊN DEWLETA TIRK HEVGIRTÎ BIN’

Henan di berdewa axaftina xwe de ev tişt got: "Hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku ji tevahî xaka Sûriyê li herêmên dagirkirî kom kirine û li wir bi cih kirine, li ser gelê Sûriyê û gelê Rojhilata Navîn bi giştî xeteriyeke mezin e. Divê hemû gelên bindest li hember planên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo pêkanîna xewna Osmaniya Nû, pêk bîne."

Hevserokê Meclisa Til Rifetê teqez kir ku şêniyên Til Rifetê baş vê yekê dizanin û li ser mayîn û berxwedanê bi israr in û dev ji berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê û herêmên din bernadin.

(fr)

ANHA