ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-06-2022
26 hezîran, 2022   23:00

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşekê ji bo şermezarkirina êrişên dewlata Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dar dixe, meş ji çerxerêya Nebî Hûrî ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo vet ê lidarxistin. Saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîlayan, meşekê li navçeya Tirbespiyê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Desteya Parastina rêber Abdullah Ocalan, Xedîce Îbrahîm teqez kir ku "cezayên displînê" ku dewleta Tirk li ser rêbertî ferz dike sûcekî mirovahî ye û divê ji bo wê hesab ji hikumeta Tirkiyê were xwestin. Her wiha got ev sûc îradeya gelên Rojhilata Navîn dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên ermenî yên ku ji bêhtirî sedsalekê di encama komkujiyên ku osmaniyan li dijî wan pêk anîn de koçber bûn, îro rastî kîna veşartî ya neviyên wan tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz  a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesayeteke têkoşer û mezin wek şehîd Ferhad Şiblî ji dest da û destnîşan kir ku divê gunehkar werin cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jiyana hevbeş û yekitiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên dagirkeran ji bo têkbirina tevna civaka Sûriyê, bi bin xist. Her wiha sekna li hember êrişên dagirkeriyê xurttir kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra Omêrat Hemîd Îbrahîm Hemîd got, li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ew ew piştgiriyê didin QSD'ê, her wiha anî ziman ku pêwîste pêkhate bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Nofa Reşo (Yadê Nofa) yek ji wan dayikan e ku nimûneya wê di dîrokê de kêm derbas dibe. Dayika Nofa ku tevî malbata xwe li Lubnan, Şam, Heleb û Rojavayê Kurdistanê bûbû jêdera belavkirina fikrê Tevgera Rizgariya Kurdistanê, di salên 1980-1990`î de 4 zarokên xwe fedayî axa pîroz kirin û heta kêliya dawîn a jiyana xwe bi hezkirin, wefedarî û fedekarî têkoşîn kir.

- Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, qada tenduristiyê rûbirûyî xeteriyên trajedîk ên mezin dihêlin. Her wiha teqez kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî sozên xwe pêk bîne ku destekê ji kesên ku di şerê li hember çeteyên DAIŞ`ê de birîndar bûne re, pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiliyên Til Rifetê teqez kirin ku ew heta pêkanîna serkeftin û rizgarkirina Efrînê, ji Til Rifetê dernakevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Li dijî paşverûtiyê derketin û bi sekna xwe malbatên xwe jî îqna kirin. Şervanên jin yên Çerkes, Tirkmen û Kurd ku piştî gefên dagirkeran tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûne, dibêjin destpêkê bi îdeolojiyê paşê jî bi çekên xwe dê dagirkeran têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gel gera ku dê serokê Amerîkayê Joe Biden li herêmê pêk bîne, serokên dewletên herêma Rojhilata Navîn, hemû nakokî û dijminatiyên xwe derbas kirin û hevdîtin û tevgerên xwe zêde kirin. Li gel gotegotên têkildarî avakirina hêzên NATO taybet bi Rojhilata Navîn û amadekeriyên li dijî Îranê û berdewamkirina xeta normalîzekirinê, li herêmê xeteke din derketiye pêş.

ANHA