Nivîsgeha MSD`ê ya Helebê: Êrişên dewleta Tirk dê DAIŞ’ê zindî bikin

Nivîsgeha MSD`ê ya Helebê li dijî êriş û gefên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist. Beşdaran da zanîn ku êrişên nû dê rê li pêşiya zindîkirina DAIŞ`ê veke.

Nivîsgeha MSD`ê ya Helebê: Êrişên dewleta Tirk dê DAIŞ’ê zindî bikin
25 hezîran, 2022   10:21
HELEB

Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê li dijî êriş û gefên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û gelek rêxistinên jinan ên Helebê li kolana sereke ya taxa Şêxmeqsûd kom bûn.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Merî Şiblî behsa aloziya Sûriyê kir û got: "Piştî sal di ser rageşiyê re derbas bûne, hîn jî dewleta Tirk û çeteyên wê piştî parçeyeke mezin ji xaka Sûriyê dagir kiriye ku li hemberî wê jî civata navneteweyî bê deng e, siyaseta xwe ya şantajkirinê dewam dike."

Şiblî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker demografiyeke nû ji bo xaka Sûriyê, nexasim li herêmên dagirkirî, plan kiriye û bi wê re dixwaze çand û dîroka wê têk bibe. Her wiha hewl dide avahiyên mêtingeriyê ava bike û niştecihên wê koçber bike da ku demografiya wê biguherîne.

Şiblî anî ziman ku sûc û kiryarên terorîstane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo şikandina vîna gelê Sûriyê û derbekirina ewlehiya tevahiya Sûriyê ye û wiha dewam kir: "Projeya dagirker dixwaze li seranserî sînorê Sûriyê pêk bîne, projeya dagirkirina xakeke nû ji Sûriyê ye."

Şiblî li ser dagirkirina xaka Sûriyê hişyarî da û got: "Ger pêk were dê gefan li ewlehiya niçtecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe, bi taybet li herêmê bi sedan koçber û penaberên ji ber şeran reviyane, hene."

Şiblî da zanîn ku ger dewleta Tirk êriş bike, dê zemîna zindîkirina DAIŞ`ê çêbe û yên girtî jî birevin, ev jî gefan li Sûriye û dewletên cîran dixwe. Şiblî bang li raya giştî û navneteweyî kir ku sînorekî ji êrişên deleta Tirk re deyne.

Şiblî helwesta MSD`ê ya li hemberî van êrişan dubare kir û got: "Em ji cîhanê re dubare dikin ku em li dijî êrişên derve ne ji ber ku parçekirina Sûriyê dixwazin û banga diyalogan û pêkanîna biryara NY`yê dikin."

Merî Şiblî her wiha bang li civata navneteweyî û erebî kir ku li hemberî gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA