2 leşkerên Tirkiyê li Amedê hatin kuştin

Li navçeya Lîceyê ya Amedê di şerê rû daye de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

2 leşkerên Tirkiyê li Amedê hatin kuştin
23 hezîran, 2022   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Lîceyê ya Amedê şerek dijwar rû da. Li gorî Wezareta Hundirin a Tirkiyê, di şerê li taxa Zerra yê navçeya Licê de  çawişên pispor Oguzhan Ardûç û Tûrgût Îçen hatine kuştin û çawişê pispor Mustafa Can Akdogan jî birîndar bûye û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.

Heta niha Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî şerê qewimî tu agahî parve nekirine.