​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir ‎

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku di 20'ê ‎Hezîranê de li Tebqayê şehîd bûye, eşkere kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir ‎
23 hezîran, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN ‎

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe bi navê Ehmed Dîkan El-Sahî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Endamê hêzên me yên kantona Tebqayê Ehmed Dîkan El-Sahî gihaşt asta şehadetê. Ehmed Dîkan El-Sahî dema li ser erka xwe ya parastina gel û welatê xwe bû, 20’ê Hezîranê şehîd bû. ‎

Nasnameya şehîd wiha ye:‎

Nav û Paşnav: Ehmed Dîkan El-Sahî

Navê Bav: Dîkan

Navê Dayikê: Wedha

Dîroka tevlêbûnê: 08.01.2018

Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, 20.06.2022

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji ‎malbata şehîd Ehmed re dixwezin û bejna xwe li hember şehîdên ku di oxira parastina ax ‎û gel de xwe feda kirin, ditewînin. Her wiha piştrast dikin ku em ê rêya şehîdan bişopînin ‎da ku aştî û ewlehî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye mîsoger bibe."‎

)dm(

ANHA