​​​​​​​Malpera Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi weşanê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê weşana malpera xwe ya fermî da destpêkirin. Li ser malperê dê kovara mehane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan were belavkirin.

​​​​​​​Malpera Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi weşanê kir
22 hezîran, 2022   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê malpera xwe ya fermî (ciwanensoresger.com) aktîf kir. Di danasîna malperê de hate gotin ku dê çalakiyên ciwan û jinên ciwan, her wiha nûçe û bernameyên ciwanan ên tevgerê li ser malperê werin weşandin.

Di danasîna malperê de hate gotin: “Kovara mehane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan jî li ser vê malperê tê belavkirin.

Bi awayekî yekser çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê, her wiha jiyan û têkoşîna gerîlayan jî li ser malpera me tên parvekirin.

Ji bo bîranîna şehîdên qehreman portre, dosya, biyografî li ser malpera me tên parvekirin.

Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê, lîstokên şerê taybet ku ji aliyên modernîteya kapîtalîst ve li hember ciwanan bi pêş dikevin, erka malpera me ye ku wan plan û lîstokan bi dosya û belge derxe pêşberî şopînerên xwe.

Dahûrandinên rêber Apo û nirxandinên der barê ciwan, jin û gel, hûn dikarin bixwînin, her wiha pirtûkên rêber Apo hûn dikarin bixwînin.

Der barê rojeva siyasî, leşkerî, civakî de gotarên ku ji aliyê ciwanan ve tên nivîsandin, hûn dikarin li ser malpera me bibînin.

Hemû bangewazî, daxuyaniyên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li ser malperê bi awayekî yekser tên belavkirin.”

https://ciwanensoresger.com/ku/

ANHA