Şadiya Omer: Meclisa Jinan a PYD'ê bû dengê jinan û nûnertiya wan kir

Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Şadiya Omer anî ziman ku Meclisa Jinan karîbû di nava partiyê de bibe dengê jinan û nûnertiya wan bike, her wiha bixwedîderketina li rêgeza azadiya civakê û jinan, di mijara azadiya jinan de hebûn û nêrînên jinan xurttir kir.

Şadiya Omer: Meclisa Jinan a PYD'ê bû dengê jinan û nûnertiya wan kir
22 hezîran, 2022   06:52
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya 9`an bi dirûşmeya "Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" û bi beşdarbûna 700 delegeyên ji endam, nivîsgeh û nûnertiyên partiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê, lidar xist.

Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Şadiya Omer têkildarî pêwîstiya damezirandina Meclisa Jinan di nava PYD`ê de, rola ku di nava partiyê de pêk anî, astengiyên ku rastî xebatên wan hatine ji ANHA`yê re axivî.

Şadiya Omer diyar kir ku ji bo birêxistinkirina jinan di civakê de, firehkirina zemîna alîgiriyê û pêşxistina karê rêxistinî di nav gel, rewşenbîr û welatparêzan de, pêwîstî hebû ku sazûmaniyeke taybet a jinan bê avakirin, ji ber wê meclis hat damezirandin.

Şadiya Omer destnîşan kir ku di şeran de di asta yekemîn de jin têne hedefgirtin û wiha domand: "Li gel şert û mercên dijwar ên ku herêm tê re derbas dibû, bi taybet jin, siyaset û nakokiyan, diyarkirina helwestên siyasî ku barên gel girantir kirin, PYD`ê ava bû da ku beşek ji van şert û mercan li ser gel sivik bike.”

Meclisa Jinan ji destpêka damezirandina wê ve bi awayekî rêxistinkirî di nava civakê de dixebite. komên jinan ava kirin da ku jinan di warê siyasî, civakî û rêxistinî de birêxistin bike. Her wiha dest bi gelek hemleyên li dijî tundiya li ser jinan mîna sûcên kuştina jinan kir weke hemleya "Li dijî tundiya li ser jinan û kuştina jinan rawestînin". Her wiha panel û çalakiyên ji bo xurtkirina nêrîna siyasî ya jinan lidar xist.

Şadiya Omer di axaftina xwe de behsa pêvajoya heyî û gefên dewleta Tirk kir ku dê êrişên nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, şerê taybet ku di asta yekemîn de jinan dike hedef û wiha axivî: "Divê hemû jin erkê xwe pêk bînin. Zanebûnê di nava xwe de belav bike. Ji bo parastina jinan ji hemû xeteriyên li ser wan, amade be."

Şadiya Omer di axaftina xwe de bang li jinan kir ku li hember sûcên li dijî jinan hevgirtî bin her wiha got, ji girîngtirîn armancên Meclisa Jinan; parastina jinan, şerê li dijî hemû cûreyên tundî, zilm, koletiya ku li ser jinan tê meşandin, vekirina asoyên nû li pêşiya wan ku dûrî urf û adatên şaş be.

Jinan di nava PYD`ê gavên dîrokê avêtin da ku mecliseke berfireh ji bo xwe di nava partiyê de birêxistin bikin, da ku karibin xwe wek siyasetmedaran bi pêş bixin, di hemû qadên navneteweyî, herêmî û cîhanê de tê bikoşin, jinan ji koletiyê biparêzin û azad bikin, hêviyên wan di jiyana bi rûmet û azad de pêk bînin.

Şadiya Omer teqez kir ku jinan di nava PYD`ê karibûn bibin dengê jinan û nûnertiya wan bikin, karibûn xwe bigihînin jinan ên piraniya partiyên siyasî da ku yekrêziya jinan ava bikin û azadiya jinan bingeha azadiya civaka demokratîk ji xwe re esas girt.

Şadiya Omer di axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku rastî Meclisa Jinan hatine kir û ev tişt anî ziman: "Nasnameya rast a jinan ji aliyê sîstemên desthilatdar û kapîtalîst ve rastî binpêkirin û paşguhkirinê hat. Her wiha bandora urfû adetan jî lê kir. Heta niha jî em rastî her du desthilatdaran tên. Lê tevî vê yekê jî me karibû gavên mezin bavêjin, destkeftiyên mezin bi dest bixin û ev jî bi saya berdêlên şehîdan bû."

Şadiya Omer di dawiyê de got, di kongreya 9`an de rewşa jinan li gorî rewşên pêvajoya heyî, çawaniya pêşîgirtina li hedefgirtina jinan, çawaniya meşandina xebatan ji aliyê Meclisa Giştî ya PYD`ê û Meclisa Jinan ve, dayîna plansaziyeke hevbeş ji bo di demên nêz de li gorî wê bixebitin, hatin nîqaşkirin.

(bx)

ANHA