​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê rewşa jinan hat nîqaşkirin

Azarên jinan li gel aloziya Sûriyê û sûc û binpêkirinên ku li dijî wan têne kirin mijarên panelê bûn ku li Reqa û Dêrazorê hatin lidarxistin.

​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê rewşa jinan hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê rewşa jinan hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê rewşa jinan hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê rewşa jinan hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê rewşa jinan hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê rewşa jinan hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê rewşa jinan hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê rewşa jinan hat nîqaşkirin
21 hezîran, 2022   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo nîqaşkirina rewşa jinan di aloziya Sûriyê de û sûcên li dijî wan têne kirin, 2 panel li Dêrazor û Reqayê bi dirûşma “Rêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne”, li dar xist.

Panel li hola Meclisa Sivîl a Bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrzorê bi tevlêbûna nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, meclisên sivîl û herêmî yên Dêrazorê li dar ket.

Berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Alye Kecwan panel bi rêve bir.

Alye Kecwan balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Dewleta Tirk hewl dide tola xwe ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilîne, ewlehiya li herêmê, projeya wê ya demokratîk a Rêveberiya Xweser ku banga azadiya gelan, pêkanîna wekheviyê û jiyana hevbeş dike, têk bibe.”

Her wiha Alye Kecwan behsa sûcên li dijî jinan tê kirin, kir û got: “Ev sûc beşek ji armancên dijberî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Diyardeya têkçûna exlaqî, rûyekî din ê şerê taybet ê li dijî herêmê ye.”

Beşdaran di dawiya panelê de, banga pêwîstiya pêkanîna xebateke hevbeş ji aliyê jinan ve destnîşan kirin, da ku xwedî nêrîneke diyar bin têkildarî dozên jinan be, he wiha girîngiya lidarxistina mîna van panelan ji bo tevahî jinên herêmê destnîşan kir.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev panel di çarçoveya hemelya “Xwe birêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne” ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê de ku di 1`ê Hezîranê de destpê kiribû, tê lidarxistin. Hemle dê heta nîvê meha Tîrmehê berdewam bike.

Girêdayî heman mijar, li Reqayê panelek bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl, leşkerî, meclisên herêmî, nûnerên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate lidarxistin.

Di panelê de endama rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nehla Îsmaîl axivî û got. “Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwe birêxistin kirin, hêzên xwe kirin yek da ku mafên xwe û azadiya xwe bi dest bixin. Roleke balkêş û pêşeng di rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê de lîst.”

Nehla Îsmaîl diyar kir ku jin rola xwe di hemû aliyên rêxistinî, siyasî, fikrî û leşkerî de çalakkir û li hember hemû astengî û şertûmercan sekinî.

Her wiha Nehla Îsmaîl îşaret bi astengiyên civakî yên li hember jinan derdikevin kir û got: “Mafên jinan di civakên me de di çarçoveya mafên şexsî de mane. Ji ber berdewamkirina zihniyeta baviksalarî zewicandina zarokan berdewam e. Li gel dagirkirina herêmê ji aliyê DAIŞ`ê ve, urf û adetên ne adil derketin.”

Nehla Îsmaîl teqez kir ku ruxmî van astengiyan jî, lê berxwedan, têkoşîna wê berdewam e da ku xwe birêxistin bike û bi rêya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojêdê bigihêje ewlehiyê û Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî û pirreng ava bibe.

Berdevka Meclisa Idlib El-Xedra Meysûn Mihemed jî got, hevgirtina gelên herêmê, peyama herî girîng a li hember gefên dewleta Tirk a dagirker e.

Endama Meclisa Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqa Dîma Ebûd got: “Em jin endamên Meclisa Edaletê, dozgerên di dîwana Edaleta Civakî de, hewl didin edaletê li gorî qanûnan ji jinan re pêk bînin. Divê her dozeke jinan destpêkê li Mala Jinan an li Komîteya Lihevanînê ya tabyet a jinan bê pêşkêşkirin. Wek pergala edaletê, em hewl didin mafên jinan li gorî qanûnê biparêzin.”

(şx)

ANHA