​​​​​​​Li Silêmaniyê sersaxiya ji bo şehîd Ferhad Şiblî bi dawî bû

Li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Silêmaniyê sersaxiya ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî bi dawî bû.

​​​​​​​Li Silêmaniyê sersaxiya ji bo şehîd Ferhad Şiblî bi dawî bû
21 hezîran, 2022   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh ve li Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriye ya li Silêmaniyê serdanên sersaxiyê ji bo Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û hevalên wî dihatin qebûlkirin, serdanên sersaxiyê di saet 16.00’an de bi dawî bû.

Di nava van herdu rojan de, gelek kesayet, nûnerên partiyên siyasî, parlamenter, welatparêz û welatî çûn serdana sersaxiyê.