​​​​​​​Tirkiyê cîhan şantaj dike da ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike

Du şopînerên rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyasetên dewleta Tirk a dagirker şîrove kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi van siyasetan dixwaze erêkirina navneteweyî ji bo pêkanîna êrişeke berfireh li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixe. Her wiha teqez kirin ku Tirkiye, nikare Rêveberiya Xweser biguhere ji ber ku ev rêveberî sembola yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

​​​​​​​Tirkiyê cîhan şantaj dike da ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike
20 hezîran, 2022   04:19
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

NATO piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hate avakirin. Ew bi xwe hevalbendiyeke leşkerî ya navneteweyî ye ku ji 30 dewletan pêk tê, armanca wê şerê li dijî Yekitiya Sovyet e.

Di rêziknameya wê de tê gotin, divê dewletên endam bi giştî, daxwazekê yan jî biryarekê erê bikin. Yanî heke dewletek li dijî biryarekê derkeve, ev yek têrê dike ku biryar bê betalkirin.

Di destpêkê de NATO ji 12 dewletan pêk dihat, lê rêzetevlêbûnê heta roja me ya îro ranewestiya. Makdonyaya Bakur dewleta 30 bû ku îsal tev li NATO`yê bû.

Beriya çend hefteyan jî, Swêd û Finlanda ku cîranên Rûsyayê ne, daxwaznameyeke tevlêbûna NATO`yê pêşkêş kir. Her du dewletan, piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, ev gav avêt. Lê Tirkiyê bi hiceta ku ev dewlet desteka kurdan û hêzên wan ên leşkerî dikin, daxwaznameya wan red dike.

`SWÊD Û FINLANDA LI SÎWANEKE EWLEHIYÊ DIGERIN KU WAN JI DESTWERDANA RÛSYA BIPARÊZE Û TIRKIYÊ CÎHAN ŞANTAJ DIKE`

Der barê helwesta her du dewletan û dijberiya Tirkiyê de, nivîskarê ji Misirê û pisporê kar û barên kurdî, Muhsin Ewadullah got: “Destwerdana li dijî gelê Ukraynayê, dehfek da her du dewletan ku li pêşerojeke ewle û hêzekê li hember Rûsya bisekine, bigerin. Yanî xwestin sîwaneke ewle ji xwe re bibînin ku wan ji destwerdana Rûsyayê biparêze.”

Ewadullah balkişand ser siyasetên ku Tirkiyê li ser asta cîhanê dimeşîne û got: “Tirkiyê hewl dide bi vê helwesta xwe ya dijberî tevlêbûna Swêd û Finlandayê, cîhanê şantaj bike da ku rê bidin wê ku operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê pêk bîne. Redkirina  ji aliyê Amerîkayê û dûre ya Rûsyayê û piraniya civata navneteweyî ve ya vê operasyonê, dê gelek zehmet bike ku Tirkiyê vê operasyonê pêk bîne.”

Sala 2019`an wek beşekê ji redkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, Swêd û Finlanda hinartina çekan ji Tirkiyê re qedexe kir.

Tirkiyê mijara tevlêbûna her du dewletan nav NATO`yê bi kar tîne, da ku tawîzan ji hemûyan bi dest bixe, heke şertên Erdogan ên têkildarî sûcdarkirina xebatên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û pejiradina QSD`ê wek hêzeke terorîst, bên qebûlkirin, wê demê dê rê bide ku her du dewletan ku tev li NATO`yê bibin.

`TIRKIYÊ ARMANC DIKE KU TEVGERA KURDÎ LI HER DU DEWLETAN BÊ QEDEXEKIRINA`

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Omer got ew nafikire ku tevlêbûna Swêd û Finlanda di NATO`ê de bandor li bakurê Sûriyê bike û got: “Di bingeh de her du jî endamên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ne. Ji ber li her du welatan komele û rêxistinên kurdî bi azadî kar dikin, Tirkiyê dijberiya wê dike. Ji ber wê Tirkiye ku dijberiya hebûna kurdî dike, şertan datîne ku tevgera aştiyane ya kurdî li her du dewletan bê qedexekirin.”

Omer texmîn nake ku berdêla tevlêbûna her du dewletan di NATO`yê de dê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Ji ber her du dewlet nikarin biryarê têkildarî çarenûsa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin û qanûnên ewropî rê nade ku şertên Tirkiyê bên qebûlkirin.

'SWÊD Û FINLANDA NIKARIN ŞERTÊN TIRKIYÊ QEBÛL BIKIN'

Der barê helwestên Swêd û Finlandayê de Omer diyar kir ku her du dewletên “metirsiyên Tirkiyê” dizanin û  wiha domand: "Dibe hinek şertên Tirkiyê qebûl bikin, lê nikarin hemû şertên wê qebûl bikin, ji ber ku heger qebûl bikin dê hikumetên her du dewletan rewabûna xwe ji dest bidin. ''

Omer destnîşan kir ku her du dewlet neçar in qanûnên xwe jî pêk bînin ku rê didin tevgera azad a komele û rêxistinan.

Omer wiha pê de çû: “Tirkiyê vê rewşê bi kar tîne bi taybet ku pêwîstiya her du welatan pê heye. Bi Ewropa, Rûsya û Amerîkayê re jî heman tişt kir. Bi nêrîna min her du dewlet derewên Tirkiyê ferq kirine. Pirsgirêka sereke ev e û ji ber her du dewletan di demeke berê de jê re tawîz dane, Tirkiyê van tevgerên xwe yên provokatîf didomîne.”

Erdogan ji endamên NATO`yê dixwaze ku destekê bidin wî, cezayan li ser rakin, di nav de sînordarkirina lihevkirinên frotina çekên ewropyî ji Tirkiyê re, cezayên li ser hatine ferzkirin, piştî ku pergala parastina ya Rûsyayê S 400 kirîn, bi dawî bikin.

Bi şerê li Ukraynayê re, Erdogan hewl dide ku “bi kevirekê li du çûkan bide”, li aliyekê xwe wek hevalbendeke biha yê NATO`yê û li aliyekî din xwe wek hevalbendeke stratejîk a leşkerî ya Rûsyayê nîşan bide.

Ya ku vê carê Erdogan coştir kiriye jî, cihê Tirkiyê yê li ser Deryaya Reş e ku ji bo hemû aliyan girîng e. Ruxmî ku endameke NATO`yê ye, lê siyasetên wê li hember Rûsyayê ji siyaseta endamên din cudatir e. Ew daxwazên hevalbendên xwe red dike ku cezayan li Rûsyayê ferz bike ruxmî ku endameke NATO`yê ye.

Li gel mijulbûna hemûya bi şerê li Ukraynayê, Tirkiyê hewl dide herêmên din li Sûriyê dagirk bike û herî dawî gefa dagirkirina Minbic û Til Rifetê xwar.

`RÛSYA TENÊ DIKARE DESTÛRÊ BIDE ÊRIŞA TIRKIYÊ`

Têkildarî vê yekê Omer got: “Hîna helwest ne diyar e. Erdogan li benda erêkirina Pûtîn e ku dest bi destwerdanê bike. Ji bo wê ne girîng e heke Amerîka û NATO`yê ev destwerdan red kir. Ez bawer nakim ku cudabûnek di helwesta van dewletan de li hember niyetên dijminane yên Tirkiyê hebe. Ez behsa xwediyên biryarê dikim.”

Omer destnîşan kir ku helwesta Amerîkayê jî ne cidî ye, Ewropa jî paşguh kiriye, Rûsya jî ne zelal e û wiha pê de çû: “Ez difikirim ku helwesta Rûsya ya diyarker e. Rûsya bi tenê dikare destûrê bide vê destwerdanê yan jî nediyê.”

'KENGÎ TIRKIYÊ ŞERTÊN RÛSYAYÊ QEBÛL KIRIN DÊ DESTWERDAN PÊK WERE'

Li gorî pêşbiniyên Omer, ne dûr e ku Rûsya û Tirkiyê lihev bikin bi taybet li gel berdewamkirina şerê Rûsya li Ukraynayê û Rûsya dixwaze destkeftiyan li ser asta Sûriyê bi dest bixe. Omer wiha domand: “Heke Tirkiyê şertên Rûsyayê erê kir ku divê piştgiriya Ukrayanyê neke, tev li ferzkirina cezayan li ser Rûsyayê nebe û daxwazên tevlêbûnê yên Swêd û Finlandayê di NATO`yê de red bike û têkiliyên aborî xurttir bike, wê demê dê Rûsya destwerdanê erê bike.”

ERÊKIRIN DÊ TIRKIYÊ RÛBIRÛYÎ HÊRSA AMERÎKA Û HEVALBENDÊN WÊ BIHÊLE

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Omer teqez kir ku heke Tirkiyê ev şertên Rûsyayê qebûl kirin, dê rûbirûyê hêrsa Amerîka û hevalbendên wê bimîne û wiha berdewam kir: “Tirkiye, baş tê digihêje encamên vê helwesta wê. Ji ber wê difikirim ku pêwîstiya aliyan bi tedbîrên din heye. Bi kurtahî, Rûsya xwediyê biryarê ye, yan destwerdanê erê bike yan jî red bike.”

REDKIRINA GEFAN

Nivîskarê ji Misrê û pisporê kar û barên kurdî Muhsin Ewadullah jî got: “Herî zêde Tirkiye dikare bûyerên kuştinê bi rêya dronan pêk bîne û fermandarên QSD`ê bike hedef.”

Girêdayî hebûna erêkirina navneteweyî li ser destwerdanê, Ewadullah got: “Civata navneteweyî ev gef red kirin. Cara yekemîn e ku tiştek wiha rû dide. Daxuyaniyên fermî û diyar hebûn ku Tirkiye ji ber encamên guhertina rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna destwerdaneke leşkerî li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, hişyarî dan.”

'TEQEZÎ HEYE KU ENIYEKE DIN A ŞER VENEBE'

Ewadullah diyar kir ku ew bawer nake ku Tirkiyê cesaret bike li gel redkirina ji aliyê navneteweyî ve destwerdanê bike û wiha domand: “Tirkiye nikare şert û mercên navneteweyî mîna ku her tim dikir, bi kar bîne. Teqezî heye ku eniyeke şer a din venebe ku dibe bi awayekî mezin bandor li têkoşîna li dijî terorê li herêmên Sûriyê bike.”  

'JÊDERÊN GEFAN, HEWLDANA DERXISTINA ALOZIYA HUNDIR JI DERVE RE YE'

Her wiha Ewadullah destnîşan kir ku bingeha gefên Erdogan û pergala wî, hewldana derxistina aloziya hundir ji derve re ye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyê aloziyeke aborî û siyasî ya giran heye. Opozîsyona li Tirkiyê cara yekemîn e li dijî pergala Erdogan bûye yek. Gel jî li hember siyasetên Erdogan bi hêrs e. Erdogan hewl dide gel li ser fikrê ewlehiya neteweyî sor bike. Ew bazirganiyê di vî warî de dike mîna piraniya desthildarên zordest.”

'DIVÊ LI HEMBER DIJMIN SERFERBERÎ WERE RAGIHANDIN'

Muhsin Ewadullah got: “Dijminek heye û divê seferberî bê ragihandin. Kurd êrişî Tirkiyê nekiriye. Lê heke ev destwerdan pêk were, dê nikaribe Rêveberiya Xweser biguhere ji ber ku ew bûye sembola yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

'RÊVEBERIYA XWESER DÊ DI NÊRÎNA TIRKIYÊ DE DIJMIN BIMÎNE'

Di dawiyê de Muhsin Ewadullah got, Rêveberiya Xweser di nêrîna pergala Tirkiyê de dê her tim dijminê dayîm be, ne tenê pergala Erdogan lê hişmendiya ku Tirkiyê hikum dike, ji ber wê divê doza Kurd li Tirkiyê bê çareserkirin.

(şx)

ANHA