‛Berjewendiya sûriyan di vegera li malên xwe de ye, ne li avahiyên mêtingehiyê’

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê, Fewziye Ebdî bang li penaberên sûrî yên li ‎Tirkiyê kir ku vegerin xaka xwe ya resen û rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku wan li gor ‎berjewendiyên xwe bi kar bîne û got: "Berjewendiya sûriyan ew e ku vegerin warê xwe ne ‎avahiyên mêtîngehiyê"‎

‛Berjewendiya sûriyan di vegera li malên xwe de ye, ne li avahiyên mêtingehiyê’
17 hezîran, 2022   07:06
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên guhartina demografîk û guhartina nexşeya herêmê ‎yên dewletên derdorê di nav bêdengiyeke cîhanî de, didomîne. Tiştê ku li Sûriyê diqewime jî ‎nîşana vê yekê ye. Îro dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya dagirkirina xaka Sûriyê û ‎avakirina avahiyên mêtîngehiyê nexşeyeke nû ji Sûriyê re xêz dike.‎

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê Fewziye Ebdî wiha got: "Avahiyên ku deweta Tirk a faşîst li herêmên dagirkirî ava dike, ne li gorî berjewendiyên sûriyan e. Berjewendiyên sûriyan di vegera li malên xwe de ye, ne li avahiyan e. Divê xeteriya vê yekê baş bizanin. Ji ber dewleta Tirk bi rêya wan berjewndî û planên xwe dimeşîne."

Fewziye Ebdî wiha domand: "Dewleta Tirk bi tenê nikare vê projeyê pêk bîne, lê Qeter alîkariya wê dike. Qeter ji destpêkê ve alzoiya Sûriyê bi rêya destekdayîna komên terorîst gurtir kir. Îro jî projeya îxwanî ya bi Tirkiyê re ku dibe sedema guhartina demografiya Sûriyê pêk tîne."

AVAHIYÊN MÊTÎNGEGEHIYÊ YÊN KU TÊN AVAKIRIN, BERHEMÊN SALÊN ŞER IN

Fewziye Ebdî li ser mijarê wiha axivî: "Avahiyên mêtîngehiyê yên ku dewleta Tirk a dagirker ‎îro ava dike berhema bûyerên ku li herêmê qewimîne ne. Şer û êrişên li ser herêmê û ‎koçberkirina şêniyan stratejiyeke dewleta Tirk a dagirker e ku hewl dide bi rêya wan ‎derfetine nû ji bo pêkanîna projeyên dagirkeriyê ji xwe re biafirîne. Em dikarin bibêjin ku ew ‎encama peymanên nihênî yên di navbera dewletên ku herêm li gor berjewendiyên xwe ‎parçe kirine de ye.‎"

Fewziye Ebdî destnîşan kir ku niyetên dewleta Tirk a dagirker ji destpêka krîzê ve xuya ne, ‎gava ew kampan ji penaberên sûrî re li ser sînorê xwe ava dike, ew dide ‎xuyakirin ku encama plankirina salên dirêj e. Dewleta Tirk bi îdiaya bi wan re ye û li dijî parçekirina welatê wan e sûrî xapandin. Li dawiyê jî herêmên wan dagir kirin. ‎

DEWLETA TIRK A DAGIRKER PÎVAN Û PEYMANAN BINPÊ DIKE

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê Fewziye Ebdî di dawiyê de wiha got: "Divê civata navneteweyî bi erka xwe ya qanûnî û mirovî li hember sûriyan pêk bîne. Ji ber herêmên Sûriyê rûbirûyî guhartina demografîk a mezin e."

ANHA