ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin

Ajansa me bi wêne û dîmen encamên hilweşandina ku ji ber topbarana dewleta Tirk li bajarokê Merenaz çêbûye belge kir û eniyên şer û mezintirîn baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Ezaz ê dagirkirî yê bakurê Helebê, şopandin.

ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
ANHA ji Merenazê de eniyên şer şopandin
17 hezîran, 2022   06:03
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Ajansa me cara yekemîn derbasî Merenaz bû û eniyên şer ên nêzî bajarê Ezaz ê dagirkirî, şopandin.

Bajarokê Merenaz dikeve ser rêya navneteweyî 214 ya digihîne rêya M5 anku rêya bazirganiyê ya gundewarên bakurê Helebê. Ew rê bajarê Dîlok ê Tirkiyê û bajarê Helebê bi hev girê dide, her wiha rêya ku bi navê Heleb – Efrîn jî bi hev ve girê dide.

Bajarokê Merenaz nêzî 1 kîlometre dikeve başûrê bajarê Ezazê û bi nêzî 5 kîlometreyan nêzî deriyê Bab Selamê ye. bi kîlometreyekê dûrî mezintirîn baregehên leşkerî ya dewlet Tirk a dagirker a li bakurê Helebê ye, bi 12 kîometreyan li rojhilatê Efrînê ye. Ji aliyê rojava ve gundên Qitmê, Malkiyê, Kefer Cenê û Mêremîn ên girêdayî navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî hene.

Merenaz di Sibata 2016`an de piştî hemleya rizgarkirina herêmên Şehba ji aliyê Ceyş El-Siwar û Cebhet El-Ekrad ve hate rizgarkirin.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A BAJAROKÊ MERENAZ

Girîngiya bajarok di cihê wê yê stratejîk de ye ku dikeve ser rêya navneteweyî 214`an de ku bi rêya bazirganiyê tê naskirin û ew jî ber bi deriyê Bab El-Selame yê bi ser Tirkiyê ve  li bajarê Ezaz ê dagirkirî ve ye, her wiha bi 3 kîlometreyan ji aliyê başûrê balafirgeha Miniq a leşkerî heye.

Merenaz deriyê sereke ji Til Rifet û balafirgeha Miniq a leşkerî li bakurê herêmê ve ye, di balafirgehê de hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê bi cih bûne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya çend salan ve hewl da derbasî bajarok bibin û dagir bikin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku rêya navneteweyî ya bazirganiyê têxin bin serweriya xwe, Til Rifet û hin herêmên kantona Şehbayê dagir bikin, her wiha girîngtirîn herêmên pîşesazî yên bajarê Helebê bi xeteriyê re rûbirû bihêlin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 2016`an ve ji mezintirîn baregeha xwe ya  li rex Nexweşxaneya Wetenî ya  Ezazê bi rêya tank, top û moşekan Merenaz û gundewarên kantona Şehbayê, navçeya Şera, nexasim Til Rifet hedef digire.

Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker ji sedî 99 ji bajarok hatiye hilweşandin. Li gorî hêzên li herêmê balafirên bêmirov û keşfê her tim li ser herêmê digerin. Teknîka pêşketî di baregehên leşkerî de heye. Eniyên şer bi rêya kamereyên çavdêriyê û alavên GPS tên şopandin, her wiha çekên sabit mîna (eqrebe û sekvan) ku li ser germahiyê dixebitin danîne û hemû zindiyan dike hedef.

Di şopandina ANHA’yê de ku nêzî saetekê dom kir, bajarok bi çeka doçka hate hedefgirtin û balafirên keşfê li ser herêmê digerîn.

 (bx)

ANHA