​​​​​​​Rêvberiya Kampa Holê têkildarî vejîna DAIŞ'ê hişyarî da

Rêvberiya Kampa Holê li ser vegera çeteyên DAIŞ`ê ji ber berdewamkirina êrişên ‎dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî ‎hişyar kirin.‎

​​​​​​​Rêvberiya Kampa Holê têkildarî vejîna DAIŞ'ê hişyarî da
14 hezîran, 2022   11:44
HESEKÊ

Rêvberiya kampa Holê bi civîneke çapmaniyê ya li kampê daxuyaniyek da. Li Kampa Holê ya li ‎rojhilatê Hesekê bi hezaran çete û malbatên wan ên ji zêdetirî 50 welatan hene. ‎

Hevseroka kampa Holê Hemrîn Hesen daxuyanî xwend û hejmareke endamên rêveberiya ‎kampê tev lê bûn.‎

Hemrîn Hesen bal kêşa ser gefên dewleta Tirk ê dagirkeriyeke nû li dijî herêmê û got: "‎Recep Tayyîp Erdogan careke din derket û gefên dagirkirina herêmên nû li Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê bi hincetên deraw xwerin."‎

Di daxuyaniyê de îşaret bi destkdayîna domdar a dewleta Tirk ji çeteyan re hat kirin û hat ‎diyarkirin ku Erdogan sponserê terorîstê ye, terorîstan dişîne dewletên Rojhilata Navîn, ‎Qasqasya, Asyaya Navîn û bi wan zextê li wan dewletan dike.‎

Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên domdar ên dewleta Tirk ku armanc jê ew e ku ‎tecrûbeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike û hate gotin: “Di 23'yê meha borî Erdogan ‎derket ku ji bo tevlêbûna Swêd û Finlandayê ji NATO’yê re bipejrîne şert li pêş dewletên rojavayî danî, da ku bihêle êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji wê demê ve dewleta Tirk û ‎çeteyên alîgirên wê rojane gund û navçeyên Şehbayê, Kobanê, Eyn Îsa û heta eniyên şer li ‎Zirgan û Til Temirê topbaran dikin." ‎

Di daxuyaniyê de hişyarî ji Rûsya, DYA'yê û Koalîsyona Navnetewyî re li ser gef û êrişên dewleta ‎Tirk ên berdewam hat dayîn ku ew ê rê li ber karesateke mirovahî veke. Her wiha hate gotin ku divê Rûsya, ‎Amerîka û hêzên koalîsyonê erka xwe bi cih bînin. ‎

Di daxuyaniyê de behsa êrişên domdar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye hat kirin, ku yekser ‎mal û milkên sivîlan, dêra Marsaw El-Hekîm a li gundê Til Tewîl ê Aşorî û dibistanên gund û ‎mizgefteke li Minbicê hedef girtin.‎

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrişên dewleta Tirk û alîgirên wê li dijî Bakur û ‎Rojhilatê Sûriye de derdora sed malbat ji malên xwe koçberî kampên Newroz, Tiwêhînê, Til ‎Semin bûn û hinan jî berê xwe da Hesekê.‎

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku gefên dewleta Tirk û êrişên domdar li dijî Bakur û ‎Rojhilatê Sûriye rê li ber rêxistinên terorîst ên li Sûriye bi taybet ên di kampa Holê de ne vedike ‎ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin. Ev gef di encama bêdengiya navnetewyî de tên xwarin, da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bihneta avakirina herêmeke ewle, werin dagirkirin. ‎

Di daxuyaniyê de topbaranên dewleta Tirk li dijî navendên çandî, olî û herêmên tijî şênî hat ‎şermezarkirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên navnetewyî û yên di mafên mirovan de dixebitin hate kirin ku bixebitin da ku rê li ber êriş û sûcên dewleta Tirk ên ku hewl ‎dide perçeyên din ji axên wan dagir bike, bigirin. ‎

Her wiha bang li civat û hêzên navnetewyî hat kirin ku dorpêça li ser herêmên Rêveberiya ‎Xweser rakin, deriyê Til Koçer vekin da ku alîkariyên mirovahî û tendirustî bikevin ‎herêmê.‎

(dm)

ANHA