Alîgirên Rûsyayê: Artêşa Ukraynayê li Donetsk 4 sivîl kuştin

Alîgirên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê da zanîn ku hêzên Ukraynayê duh duşemê bi dijwarî Donetsk topbaran kir, di encamê de 4 sivîl hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.

Alîgirên Rûsyayê: Artêşa Ukraynayê li Donetsk 4 sivîl kuştin
14 hezîran, 2022   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê, rayedarên ‘Komara Donetskê’ ragihand ku artêşa Urkaynayê bi dijwarî bajarê Donetsk topbaran kir, di çend saetan de nêzî 300 moşek û top avêtin bajêr û di encamê de gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rayedarên Donetskê di encama topbaranê de 4 sivîl hatine kuştin, di nav de zarokek heye, her wiha 22 sivîl jî birîndar bûne.

Her wiha cîgirê nûnerê Rûsyayê yê li NY’yê Dmitriy Polyansky got çapemeniya rojavayî li ser topbarana Kîevê ya li dijî nexweşxaneya Vishnevsky ya li Donetskê bê bertek maye û mixabîniya xwe der barê wê de anî ziman.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê, piştî gelek moşek li nexweşxaneyê ketin, şewat tê de çêbû.

(fr)