Fermandarê QSD’ê yê Zirganê: Dagirker amadekariya êrişeke berfireh dikin

Fermandarê QSD’ê yê li Zirganê Baran Can diyar kir ku topbarana dewleta Tirk a dagirker li seranserê xeta Zirganê pêk tê û got “Ger êrişek li ser herêmên me pêk were, di çarçoveya xweparastinê de dê bersiva wê jî bê dayîn.”

Fermandarê QSD’ê yê Zirganê: Dagirker amadekariya êrişeke berfireh dikin
10 hezîran, 2022   23:40
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN-MEDYA HENAN

Bi gefên dewleta Tirk re êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî zêdetir bûn. Naveçeya Zirganê û gundewarên wê jî rojane dibin hedefa dagirkeran. Di rojekê de dagirkeran zêdetirî 350 obus li Zirgan û gundewarên wê barandin. Her çi qas ev navçe biçûk û stratejîk be jî berxwedana şervanan û gelê wê gelekî mezin e.

Hêzên Rûsyayê û yên hikumeta Şamê di sala 2019`an de di encama hevpeymanê de derbasî navçeyê bûbûn da ku çavderiyê bikin û pêşî li êrişan bigirin. Lê heya niha ji aliyê van hêzan ve tu bersivdayîn an jî pêşîgirtina êrişan pêk nehatiye.

Têkildarî berxwedana gelê navçeya Zirganê û êrişên dagirkeran ji fermandarên QSD`ê yên li navçeya Zirganê Baran Can ji ANHA’yê re axivî.

Baran Can destnîşan kir ku li xeta Zirgan û gundewarên wê welatî bi awayekî eşkere têne hedefgirtin û got: “Heya niha tu carî hêzên me û gelê herêmê tu êriş nebirine ser dewleta Tirk. Lê dewleta Tirk tê êrişî me dike. Li dijî teknîka herî pêşketî îradeya me bi ser dikeve. Ev îrade pêşiya topbaranê ye. Di êrişan de mal, sazî, erebeyên sivîlan dikin hedef. Saziyên ku xizmeta civakê dikin wekî şaredarî, nexweşxane, asayîş rastî topbaranê tên.”

Baran Can da zanîn ku piranî êrişên dagirkeran bi çekên giran pêk tên û got: “Rojane balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser navçeyê digerin. Dixwazin xetê nas bikin, tevgerê dişopînin. Topbaranê jî ne li cihekî tenê dike, li seranserê xeta Zirganê û gundewarên dide. Aramiya navçeyê dikin hedef. Naxwazin gelê herêmê nefesê bigire. Her wiha piştevaniya gelê herêmê ji şervanan re jî dikin hedef.”

‘ÇEKÊN GIRAN BI LEŞKERÊN HIKUMETA ŞAMÊ RE HENE LÊ BI KAR NAYNIN’

Di êrişan de cihên leşkerên hikumeta Şamê jî dibin hedef lê bê bersiv dimînin. Têkildarî vê sekna leşkerên hikumeta Şamê Baran Can got: “Leşkerên hikumeta Şamê ruxmî ku bedel jî didin, bersiva êrişên dewleta Tirk nadin. Hebûna hikumeta Şamê li vir tenê li ser esasê cihgirtinê ye. Di êrişan de ruxmî ku çekên giran ên leşkerên hikumeta Şamê hene, lê direvin. Tu çekên giran bi kar naynin. Dibêjin em talîmatên xwe ji Rûsyayê digirin.”

Têkildarî tevegra leşkerên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Baran Can ev agahî parve kirin: “Li xetên ku hatine dagirkirin, satir û mewziyên şer çêdikin. Baregehên xwe çêkirine, tank bi cih kirine. Leşkerên Tirk bi panzêran tev digerin. Xuya ye dijmin xwe ji bo şerekî amade dike. Li hemberekî her gundekî Zirganê baregehên dewleta Tirk hene. Ji wan baregehan êriş pêk tên. Piştî gefan dewleta Tirk êrişên xwe li ser navçeyê zêde kirin. Dixwazin şerekî taybet li mintiqeyê bidin bikin û dixwazin gel bitirsînin û mintiqe vala bibe, hemwelatî tê de nemînin. Lê sivîl jî axa xwe bernadin. Ew nikarin vî gelê xwedî îrade ji axa wê dûr bixin. Bi van êrişan re amadekariya êrişeke berfireh dikin.”

`GEL PIŞTEVANIYA ME DIKE`

Baran Can diyar kir ku gel aramiyê dixwaze, dagirkerî û êrişan naxwaze û got: “Şêniyên navçeya Zirganê piştevaniya hêzên xwe dikin. Dibêjin her çi qas topbaran çêbe jî em sîng bi sîng bi we re ne. Ev dagirker nehatine tiştekî bidin avakirin, hatine xirabiyê bikin, dagirkeriyê bikin. Armanca wan koçberkirina gel e. Ji kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev diyar e.”

‘EM AMADE NE BERSIVA ÊRIŞAN BIDIN’

Baran Can di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê di xeta berxwedanê de berdewam bikin û got: “Şervanên me bi giştî gihîştine astekê û morala wan xurt e. Şervanên Kurd, Ereb û pêkhateyên din amade ne welatê xwe ji dagirkeran biparêzin û bersiva êrişan bidin. Bi çi şêwaz û rengî êriş li ser herêmên me pêk were, di çarçoveya xweparastinê de dê bersiva wê jî bê dayîn.”

ANHA