​​​​​​​Şandeya Aştiyê bi Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê re civiya 

Şandeya Aştiyê ya ‘Kurdistanê Biparêze’ ku ji heft kesayetên Kurd û biyanî pêk tê, serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriye ya li Silêmaniyê kir. Di serdanê de li ser gefên dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser Bakur-Rojhilatê Suriyeyê axivîn.

​​​​​​​Şandeya Aştiyê bi Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê re civiya 
9 hezîran, 2022   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî saetên nîvro Şandeya Aştiyê ya ‘Kurdistanê Biparêze’ ku ji heft kesayetên Kurd û biyanî pêk tê, serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriye ya li Silêmaniyê kir. Şande ji aliyê Hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser Evîn Swêd û endamên din ên nûnertiyê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de her du aliyan li ser pêşketinên dawî yên Rojavayê Kurdistanê û hewildanên dagirkeriya Tirk ên li ser deverê axivîn. Her wiha behsa rewşa çeteyên DAIŞ yên dîl ên di girtîgehan û kampên li Rojavayê Kurdistanê de hene jî kirin.

Di civînê de her du aliyan fikarên xwe anîn ziman ku welatên Ewropayê welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de ku di girtîgeh û kampên li Rojavayê Kurdistanê de hene, wernagirin.

Şandeya Aştiyê ji Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhali, Siyasetmedar-Prof. Dr. Salar Basîra, Bijîşka Dil Zeynep Bînîcî, Şêwirmend Ronak Azîz, ji Weqfa Lînangan (Holanda) Hunermend Glorîosû Jûn Satûray, Berdevkê Enternasyonal ê Pêşverû Danîel Kopp û Çavdêrê Siyasî Yilmaz Pêşkevin Kaba pêktê. Şande çend rojin li Başûrê Kurdistanê ye. Lêkolînan li ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başur û Rojavayê Kurdistanê dikin. Di çend rojên borî de şande li gel komên Tevgera Goran, PDK, YNK ên li parlementoya Herêmê û hin sazî û rêxistinên din ên li Hewlêr û Silêmaniyê civiya.