​​​​​​​'Di êrişa hewayî ya li Qamişloyê de 5 welatî birîndar bûn'

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa hewayî ya li bajarê Qamişlo ragihand ku balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker depoya HPC'ê ya li taxa Meyselon bombebaran kir. Di encamê de 5 welatî birîndar bûn.

​​​​​​​'Di êrişa hewayî ya li Qamişloyê de 5 welatî birîndar bûn'
9 hezîran, 2022   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafireke bê mirov a bi çek a li taxa Meyselon a rojhilatê bajar Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker sibeha roja pêncşemê 9'ê Hezîranê depoya Hêzên Parastina Civakî ya li taxa Meyselon a bajarê Qamişlo kir hedef.

Ev êriş li gel gefên dewleta Tirk a dagirker û domandina êrişên hovane yên li dijî sivîlan û avahiyên xizmetguzarî û civakî hate kirin. Di encamê de 5 welatî birîndar bûn, her wiha ziyan gihiştin erebeyên li cihê teqînê.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiryarên li dijî ewlehî aramiya herêmên me û silametiya welatiyan şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û dewletên garantor ên ku peyman îmze pêk anîne, dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, dawî li van kiryar û binpêkirinan werînin."

ANHA