Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê piştgirî dan xwepêşandanên li herêmên dagirkirî

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê gotin ew piştgiriya xwepêşandanên li herêmên dagirkirî dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk derketin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker li herêmê, bisekinin.

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê piştgirî dan xwepêşandanên li herêmên dagirkirî
7 hezîran, 2022   14:04
MINBIC

Beriya çend rojan li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji bo derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê şênî daketin kolanan. Di xwepêşandanan de dirûşmên "Sûriye azad e û dewleta Tirk derkeve" hatin berzkirin.

Artêşa Tirk a dagirker li dijî xwepêşandêran gule bi kar anî û geleke şênî hatin kuştin. Her wiha gelek dagirker jî birîndar bûn.

Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê bi daxuyaniyekê piştgirî dan xwestekên xwepêşandêran ku banga derxistina dagirkeran ji Sûriyê kirin.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Emîne Osman ve bi beşdarbûna endamên meclisa ciwanên partiyê li pêşiya avahiya partiyê, hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bûyerên dawîn ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, rû dane, îsbat bû ku gelê Sûriyê dagirkeriyê qebûl nake. Di rojên dawî de li dijî siyaseta dewleta Tirk û çeteyên wê li hemû herêmên dagirkirî û li dijî siyasetên ku têne kirin ji guhertina demografî û guhertina nasnameya herêmê,  xwepêşandan hatin lidarxistin û banga derketina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê hate kirin.

Em Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê destekê didin xwestekên şêniyên li herêmên dagirkirî ku banga derxistina dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyê kir. Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî siyaseta dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagikirî, bisekine.

Dewleta Tirk di hundirê Tirkyê de heqaretê li gelê Sûriyê dike, bi awayekî xirab danûstandinê bi wan re dike mîna jina sûrî ya temen mezin ku li beramber çavên tevahî cîhanê lê dan. Ji ber wê jî em van binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê şermezar dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike, çanda civaka Sûriyê biçewsîne û demgorafiya wê biguherîne. Çareseriya Sûriyê di pêkanîna projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser de nixmandî ye. Em bang li tevahî gelê Sûriyê dikin ku li hember timayên dewleta Tirk û çeteyên wê li Sûriyê, bisekinin."

(bx)

ANHA