​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Girkê Legê cenazeyê welatiyekî dît

Vê sibê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya başûrê navçeya Girkê Legê cenazeyê welatiyekî ku hatiye kuştin, dît.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Girkê Legê cenazeyê welatiyekî dît
1 hezîran, 2022   09:12
QAMIŞLO

Nûçegihana me ji navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn vê sibê li ser rêya gundên Erûr El-Şerabîn (li gorî pênaseya xwecihî) û Şêro yên li başûêr navçayê, cenazeyê welatiyekî hatî kuştin dît.

Nasnameya welatiyê hatî kuştin hîna nayê zanîn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkidarî bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

(şx)

ANHA