Jineke sûrî ya temenmezin ji aliyê kesekî Tirk ve rastiyê tundiyê hat

Li ser medyaya dîjîtal dîmenek belav bûye, tê de xuya dike ku welatiyekî Tirk li bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê tundî li jineke bitemen a sûrî dike.

Jineke sûrî ya temenmezin ji aliyê kesekî Tirk ve rastiyê tundiyê hat
31 gulan, 2022   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro roja sêşemê, dîmenê jineke sûrî ya bitemenê 70 salî ku navê wê Leyla Mihemed e, ji aliyê welatiyekî Tirk ve li bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê rastî tundiyê tê, belav bû.

Ew dîmen li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rastî bertekên tund hat, ji ber ku gelek caran penaberên Sûriyê li Tirkiyê rûbirûyî bûyerên wiha tên.

Çalakvanên medyaya dîjîtal jî li seranserî cîhanê ji bo Leyla Mihemed di bin navê #NOTORACISIM dest bi belavkirina haştagê kirin.

Gelek kesan jî wiha li ser haştagê şîrove kirin "pehîna ku em hemû xistin xwarê, nijadperestî dema xwedî ling be, bêdeng nemîne, bêdengî şerm û lawazî ye"

(şt)