Rayedarekî ewropî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Dayîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamê parlementoya Ewropî û endamê komîteya karûbarên derve her wiha komîteya şaxî ya ewlehiyê û parastinê di parlementoya Yekitiya Ewropa de Javier Nart, pêşwazî kir.

Rayedarekî ewropî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
31 gulan, 2022   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Dayîreya Têkiliyên Derve, endamê parlementoya Ewropî, endamê Komîteya Karûbarên Derve û Komîteya şaxê ya ewlehî û parastinê di parlementoya Yekitiya Ewropa de Javier Nart gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku rewş û geşedanên li herêmê nas bike.

Her du aliyan tecrubeya Rêveberiya Xweser ku bi hevkariya tevahî pêkhateyan piştî lihevkirina li ser Peymana Civakî hate avakirin, her wiha rola jinan û sîstema hevserokatiyê di tevahî saziyan de nîqaş kirin.

Her wiha çareseriya siyasî li Sûriyê, rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê hate nirxandin. Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer di vê der barê de wiha axivî: "Pîvana çareserkirina siyasî ya demokratîk û diyalog bingeha projeya Rêveberiya Xweser e da ku Sûriyeke demokratîk ne navendî were avakirin. Girîng e ku biryara navneteweyî 2254`an piştî guhartina desteya bilind a danûstandinan û komîteya desûrî da ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybet kurdan bike."

Têkildarî rewşa ewlehî û siyasî Omer ev tişt anî ziman: "Çi êrişa dewleta Tirk ku li ser xaka Sûriyê were kirin derfeteke nû ji DAIŞ`ê re ye, da ku xwe bi rêxistin bike û êrişên terorî pêk bîne her wiha aramiyê xirab bike. Dewleta Tirk hê jî siyaseta guhertina demografî bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê û bi destekdayîna ji komeleyên îxwanî ya filistînî, qeterî û kiwêtî, pêk tîne. Ji bilî sûcên rojane ku têne kirin ji kuştin, tecawizkirin û revandina ku ji aliyê komên terorîst ve li herêmên dagirkirî pêk tên."

Omer wiha pê de çû: "Rêveberî rastî zehmetiyên mezin di aliyên aborî, mirovî de tê. Bi taybet piştî girtina deriyê Til Koçer û negihaştina alîkariyên mirovî bi rêjeyên kêm. Ji ber bi rêya Şamê tên. Ev jî dibe sedem ku zehmetiyên şêniyên herêmê bi awayekî mezintir bibin."

Javier Nart metirsiya xwe ji ber zehmetî û barên ku rastî Rêveberiya Xweser tên, eşkere kir. Her wiha razîbûna xwe ji tecrubeya Rêveberiya Xweser re nîşan da û îşaret bi berdêlên ku pêkhateyên herêmê ji bo parastina wê dane, kir.

Nart wiha domand: "Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyan dike û ew nimûneya baş ji bo çareserkirin û avakirina Sûriyeke nû ye."

Javier Nart di axaftina xwe de bal kişand ser xeteriya malbatên çeteyên DAIŞ`ê û wiha axivî: "Girîng e ku hikumet û dewletên Ewropayê erka xwe li hember welatiyên xwe pêk bînin. Ez xemgîn im ji ber hikumeta Îspaniyayê tu gavên cidî heta niha pêk neaniye û naxwaze zarok û jinan vegerîne."

Tê payîn ku birêz Javier Nart li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigere û bi berpirsên Rêveberiya Xweser re bicive da ku rewşa herêmê ji nêz ve nas bike.

(bx)