Li bajarê Stenbolê 3 welatiyên ji Efrînê hatin revandin

MÎT`ê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê 3 welatiyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî revadnin. Aqûbeta kesên revandî heta niha ne diyar e.

Li bajarê Stenbolê 3 welatiyên ji Efrînê hatin revandin
31 gulan, 2022   09:57
 ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê duh li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) di 28`ê Gulanê de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê welatiyê bi navê Mihemed Bilo (35) revandiye. Mihemd Bilo ji gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye.

Rêxistinê daxuyand ku malbata Mihemed serî li gelek navendên polîsan li bajarê Stenbolê daye lê tu bersiv negirtiye. Aqûbeta welatî revandî heta niha nayê zanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê her wiha destnîşan kir ku MÎT`ê di heman rojê de Hisên Çolaq ê ji gundê Mamilo yê navçeya Raco ya Efrînê, revandiye.

Rêxistinê bi bîr xist ku Hisên Çolaq beriya 7 salan ji bo kar çûye Tirkiyê.

Rêxistinê her wiha ragihand ku di 10`ê Gulanê de dema ku ciwanê bi navê Mihemed Omer (19) li bajarê Stenbolê berê xwe dida kar, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatiye revanin. Mihemed Omer ji gundê Hesendêra yê navçeya Bilbilê ya Efrîna dagikirî ye.