YPJ: Silava û Bêrîvan bûn pêşengên Şoreşa Rojava

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi dauxyaniyekê şehîd Silava û Bêrîvan û hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û got: “Di şexsê hevrê Bêrîvan û Silava de soz didin hemû şehîdên xwe ku em ê şoreşa xwe mezin bikin, biparêzin.”

YPJ: Silava û Bêrîvan bûn pêşengên Şoreşa Rojava
28 gulan, 2022   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera 9`emîn a şehadeta her du şehîdên xwe yên destpêkê Silava û Bêrîvan daxuyaniyek da û ew bi bîr anîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Şoreşa Rojava a ku bi ked û tekoşîna hezaran jinan pêk hat bi berdêlên giran ve xwe saz kir, mezin bû, nav û deng bû û gihaşte hemû jinên cîhanê. Ev şoreş bi xwîna hezaran şehîdan pêk hat ku em her dem deyndarê şehîdan in. Em di salvegera şehadeta 9’emîn de hevrê Silava û Bêrîvan ku şehîdên me yên destpêkê ne bibîrtînin. Meha Gulanê ku ji bo tekoşîna gelê Kurd meha şehîdan e, em hemû şehîdên meha Gulanê, di şexsê jinên şoreşger ên pêşeng Leyla Qasim, Şirin Elemhuli û Gurbet Aydın de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, şoreşa Rojava bibîrtînin li hember bîranîna wan soza parastin û mezinkirina şoreşê didin.  Em dibêjin hêzên YPJ’ê bi ked û tekoşîna şehîdan gihaşte roja îro.

Li ser axa Rojhilata Navîn ku nasnameya jinê ji holê hatibû rakirin de bi şoreşa Rojava û bi pêşengiya hevrê Silava û Bêrîvanan bi wêrekî, bawerî û vîneke mezin ve ji nû de jinê nasnameya xwe bi destxist, di tekoşîna azadiyê de hêz û vîna xwe dît û ev cewher di axa Rojava de di nava hemû jinên Kurd, Ermen, Asûr û Suryanan de ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di nava jinên Ereb de kelecana azadiyê ava kir û artêşa YPJ’ê bi vê hîmê paradigmaya netewa demokratik ava kir gihaşte jinên cîhanê û bi dehan şervanên Enternasyonalist jî hebûna xwe di nava YPJ’ê de dît û wisa tevlî bûn.

Hevrê Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender ku ji bajarê Efrînê ne di destpêka şoreşa Rojava de bêteredut, bi idda û biryardariya serkeftinê tevlî şoreşa Rojava bûn.  Bi ked û fedekariya bêsînor û bi baweriya şoreş û azadiyê bûne pêşengên şoreşa Rojava. Di sala 2013’an de li hember êrîşa çeteyên dixwastin Efrînê dagirbikin, li berxwedan, çeper bi çeper axa welatê xwe parastin, têkoşiyan. Hevrê Bêrîvan 28’ê Gulanê de, Hevrê Silava di 29’ê Gulana 2013’an de şehîd bû. Şehadeta wan ji bo me bû hêrsa mezin kirin û xurtkirina tekoşîna azadiyê û bi vî awayî di sala 10’emîn a şoreşa Rojava de hêzên YPJ’ê di ronahiya felsefeya azadiyê de artêşeke ji hemû deman zêdetir bi hêz û xurt e.

Roja îro ku ji bo gelê me û gelê herêmê xwedî serdemeke dîrokî ye weke YPJ’ê erk û berpirsyariya me jî girîng in û em bi vê bîr û zanebûnê hewl didin ku di rêya şehîdên me diyar kiriye de bêteredut bimeşin. Emê li hember gefên li ser şoreşa xwe û her cure êrişan tu caran paşde gav neavêjin û zêdetir têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bikin. Em careke din di şexsê hevrê Bêrîvan û Silava de soz didin hemû şehîdên xwe em dibêjin emê şoreşa xwe mezin bikin, biparêzin.”