'Bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî temamkirina guhartina demografîk e'

Cîgirê Serokatiya Meclisa Heleb a Partiya Sûriya Pêşerojê Bera Mehmûd got, projeya avakirina avahiyên mêtingehiyê û derxistina penaberên sûrî ji Tirkiyê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî bi armanca guhartina demografîk û tunekirina nasnameya dîrokî ya herêmê ye.

'Bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî temamkirina guhartina demografîk e'
28 gulan, 2022   06:22
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker da ku berjewendiyên xwe yên bi nûnertiya Osmaniya li herêmê pêk bîne destwerdan li krîza Sûriyê kir û hewl dide bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan herêman dagir bike û tev li xaka xwe bike.

Bi bihaneya herêma li herêmên dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker dest bi derxistina beşên ji penaberên sûrî kir û veguhastin herêmên dagirkirî; Bab, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus û Idlibê. Ew jî piştî koçberkirina şêniyên wê yên resen.

Der barê mijarê, cîgirê Serokatiya Meclisa Heleb a Partiya Sûriya Pêşerojê Bera Mehmûd wiha got: "Dewleta Tirk, da ku projeya xwe yê guhartina demografîk li herêmên temam bike, hewl dide penaberên xwe li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bi cih bike."

‛DAGIRKERIYA TIRK SÛCÊN ŞER PÊK TÎNE’

Mehmûd wiha domand: "Ji destpêka krîza Sûriyê sala 2011’an ve dewleta Tirk a dagirker roleke neyênî li Sûriyê lîst, lê diviyabû ku rêz ji têkiliyên cîrantiya baş re bigirta."

Mehmûd diyar kir ku dagirkriina xaka Sûriyê binpêkirina qanûn û mîsaqên navneteweyî ye û tiştên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî ji guhartina demografîk pêk tîne, sûcên dermirovî ne.

‛DEWLETA TIRK DIXWAZE QUBRISEKÎ NÛ LI HERÊMÊN BIAFIRÎNE’

Mehmûd destnîşan kir ku daxuyaniyên berpirsên dewleta Tirk a dagirker ên dawî û ragihandina wê ji projeya vegera dilxwaz re bi armanca bicihkirina zêdetirî milyonek sûrî li herêmên dagirkirî yên li seranserî sînorê bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Ew jî piştî koçberkirina şêniyên wê yên resen, wêrankirina nîşaneyên dîrokî, tirkkirina herêmê, îmhakirina nasnameya dîrokî da ku Qubirsekî nû li herêmê biafirîne.

‛GUHARTINA DEMOGRAFÎK Û BÊDENGIYA ŞAMÊ’

Bera Mehemûd helwesta hin dewletên piştgiriya planên dewleta Tirk a dagirker di guhartina demografiya herêmê de dikin şermezar kirin, her wiha bêdengiya hikumeta Şamê ku nîşaneyeke xeternak û kareset e ku derfetê li pêş vegera komên terorîst li herêmê vedike, ewlehî û îstîqrara wê derbe dike, şermezar kir.

Mehmûd bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe li hember vê projeya bicihkirinê bisekine û xebata li ser dabînkirina vegera ewle bi garantiyên navneteweyî  ji hemû koçberan re bike.

Bera Mehmûd bang li NY’yê kir ku biryarên navneteweyî yên têkildarî karûbarên Sûriyê yên çareserkirina krîza welat ên gihandina ber bi Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî pêk bîne.

(fr)

ANHA