​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê panelek li ser dîroka jina Kurd li dar xist

Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek li ser dîroka jina Kurd di dirêjahiya dîrokê ya ji pirtûka Kewser Mardînî li dar xist.

​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê panelek li ser dîroka jina Kurd li dar xist
​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê panelek li ser dîroka jina Kurd li dar xist
​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê panelek li ser dîroka jina Kurd li dar xist
​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê panelek li ser dîroka jina Kurd li dar xist
​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê panelek li ser dîroka jina Kurd li dar xist
26 gulan, 2022   19:12
HESEKÊ

Bi dehan rewşenbîr û helbestvan li Parka Xwendinê ya Hesekê kom bûn û beşdarî panela bi sernavê "Dîroka jina Kurd di dirêjahiya dîrokê de" ya nivîskar Kewser Mardînî bûn. Panel di çarçoveya Pêncşema Çandê hate lidarxistin.

Pişrî deqeyeke rêzgirtinê, endama Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Kewser Mardînî axivî û bal kişand ser rola jinan di hêmanên jiyana civakî, siyasî û çandî de û got: "Jina Kurd ne tenê xwe di Şoreşa Rojava de îsbat kir, lê belê ji dîrokê ve xwe îsbat kiriye. Dîroka jinê tiştî destkeftî û serkeftinên mezin e. Bi hevrûkirina jinên Rojhilata Navîn jina Kurd azadtir e."

Kewser Mardînî da zanîn ku jina Kurd hebûn, taybetmendî û mafên xwe yên kurdî parast, YPJ’ê mînaka wê yekê ye.

Kewser Mardînî destnîşan kir di dîrokê de gelek şervanên kurd ên navdar hene, ji wan Besê, Rewşen Bedirxan a hevjîna Celadet Bedirxan, Bêrîtan, Dicle, Zerîfe Xanim, Gulnaz Xanim, Sekîne Cansiz û hevalên wê. Her wiha Arîn Mîrkan, Barîn û Avêsta û gelek navdarên din.

Kewser Mardînî di dawiyê de bal kişand ser girîngiya rola jina Kurd ku li ber xwe da û têkoşiya û bû mînaka tevahî jinên cîhanê.

(fr)

ANHA