​​​​​​​Çalakiyên "Konê Berxwedan û Rûmetê" yên li Dêrikê bi dawî bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Dêrikê çalakiyên "Konê Berxwedan û Rûmetê" di roja 4’an de bi dawî kirin û da zanîn ku ew ê têkoşînê li dijî faşîsta tirk bilind bikin û destekê bidin hêzên gerîla.

​​​​​​​Çalakiyên "Konê Berxwedan û Rûmetê" yên li Dêrikê bi dawî bûn
​​​​​​​Çalakiyên "Konê Berxwedan û Rûmetê" yên li Dêrikê bi dawî bûn
​​​​​​​Çalakiyên "Konê Berxwedan û Rûmetê" yên li Dêrikê bi dawî bûn
​​​​​​​Çalakiyên "Konê Berxwedan û Rûmetê" yên li Dêrikê bi dawî bûn
​​​​​​​Çalakiyên "Konê Berxwedan û Rûmetê" yên li Dêrikê bi dawî bûn
25 gulan, 2022   16:44
QAMIŞLO

Şêniyên Tirbespiyê, herêma Koçerat û Berav, endamên saziyên civaka sivîl ên li Dêrikê berê xwe da konê çalakiyê ku li kolana Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hatiye vedan.

Di çalakiyên îro de, axaftinên rêber Ocalan ên li ser rola ciwanan di şoreşan de, dîmenên têkoşîn û berxwedana gerîla li Zap û Avaşînê li dijî faşîsta Tirk hatin pêşandan.

Çalakî bi teqezkirina li ser berdewamkirina çalakiyan bi dawî bû, ji wan meşa dirêj ku tê payîn ji Qamişoyê ve dest pê bike û li Dêrikê bi dawî bibe.

Çalakî bi stranên koma Cûdî û dîlanan bi dawî bû.

(fr)

ANHA