Komîteya Peymana Civakî civînên bi gel re didomîne

Komîteya Teng a Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrîn û pêşniyarên meclisên herêma başûrê Hesekê guhdar kir.

23 gulan, 2022   14:22
HESEKÊ

Komîteya Teng a Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînên xwe yên bi gel re didomîne. Komîteyê bi meclisên navçeyên Şedadê, Ebdan, Mergede û Deşîşayê re civiya. Civîl li hola Werzîşê ya navçeya Şedadê hate lidarxistin. Endamên meclisên navborî, şênî û şêx û rûspî beşdarî civînê bûn.

Civîn ji aliyê endamên komîteyê Ekrem Mehşûş, Fethullah Hiso û Meha Şabo ve hate birêvebirin.

Di civînê de reşnivîsa peymana civakê ku ji 99 bendan pêk tê hatin xwendin û şîrovekirin. Her wiha pêşniyar û nêrînên beşdaran jî hatin guhdarkirin.

Li gorî pêşniyarên ku derketine,  madeyên 14 û 15 werin betalkirin û madeya 26 were hiştin ku rêjeya beşdarbûna hemû pêkhateyan di saziyên Rêveberiya Xweser de adil be.

Beşdaran li ser îmkana sererastkirina madeya 65 a parastina mal û milkên giştî û ne rakirina wê heta ku ser hesabê berjewendiya giştî be, nîqaş kirin.

Hin din jî li ser kilêşe û îmkana rakirina gotina "gelan" û hiştina gotina "Pêkhateyan" da ku fikirên neteweyan were belavkirin, pêşniyar kirin.

Rûspiyê eşîra El-Bûhesûnî li Deşîşa Mahir El-Ebdullah ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku wan gelek pêşniyar kirine û hêvî kir ku di ber çavan re werin derbaskirin da ku peyman mafên hemû pêkhateyan misoger bike.

El-Ebdullah bendên peymanê baş nirxandin û got, ev bend hatin nîqaşkirin da ku li gorî nêrînên beşdaran werin guhertin ku mafên tevahî beşên civakê werin parastin.

Endamê Komîteya Teng a Peymana Civakî Fethulla Hiso jî anî ziman ku civînên ji bo nîqaşkirina reşnivîsa peymana civakî li herêma Hesekê û gundewarên wê dewam in  û wiha domand: "Peymana civakî ji 99 madeyan  pê ku li gor 4 deriyên sereke  hatin belavkirin. Em bi meclisên herêma başûr û saziyan re nîqaş dikin, pêşniyarên wan guhdar dikin û bi awayekî demokratîk û azadî tomar dikin."

Hiso civîn erênî nirixand.

ANHA