​​​​​​Lîna Berakat: Lihevkirineke veşartî di navbera Şam û Enqereyê de heye

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat diyar kir ku ne dûr e lihevkirineke veşartî têkildarî berdewamkirina guhertina demografiya herêmên dagirkirî di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de hebe.

​​​​​​Lîna Berakat: Lihevkirineke veşartî di navbera Şam û Enqereyê de heye
23 gulan, 2022   01:58
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Hikumeta Şamê piştî 17 rojan, nerazîbûn nîşanî projeya mêtîngeriyê da ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker di 3`yê Gulanê de ragihandiye.

Bi destpêka aloziya Sûriyê sala 2011`an re, ruxmî gelek helwest nakok di navbera Şam û Enqereyê de, lê hevdîtinên di navbera her du aliyan de li ser asta îstîxbaratê qut nebûn. Dema ku dewleta Tirk Cerablus, Serêkaniyê, Ezaz, Idlib, Bab, Cerablus û Efrîn dagir kirin, hikumeta Şamê tu helwest nîşan neda.

Helwestên wê tenê di çarçoveya daxuyaniyan de man û li ser asta qada navneteweyî jî tiştek nekir. Ji ber wê gumanên têkildarî hebûna lihevkirina di navbera her duyan de bi taybet li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Têkildarî mijarê Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat anî ziman ku ji bo guhertina demografiya Sûriyê, lihevkirineke veşartî di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de heye.

Hikumeta Şamê bi serkêşiya rejîma Baas, sala 1963`an bi rêya kembera erebî demografiya herêma di navbera Dêrik û Girê Spî de guhert.

Di gelek boneyan de rayedarên tirk hebûna têkiliyan bi hikumeta Şamê re eşkere kirin. Her wiha dezgehên çapemeniyê yên nêzî desthilata Tirk agahiyên der barê pêkhatina hevdîtinan di navbera Enqere û Şamê de belav dikin.

Lîna Berekat wiha domand: “Divê em li hember van komployên li dijî herêmê li ber xwe bidin. Ji ber ku heke Sûriyê parçe bibe wê ev li Rojhilata Navîn bi giştî belav bibe û dê kesek jê nefilite.”

Lîna Berekat bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û got: “Ev demeke dirêj dewleta Tirk a dagirker êrişî bakurê Sûriyê dike. Di vê dawiyê de asta êrişan li dijî Kobanê zêde bû ku bi berxwedana xwe ya li hember DAIŞ û têxistinên din tê naskirin.”

Her wiha Lîna Berekat îşaret bi xeteriya van êrişan kir û got: “Ev êriş li dijî ewlehiya aştiyane ya xelkê herêmê ye û temenê aloziyê dirêj dike. Ji destpêka aloziyê ve dewleta Tirk roleke neyînî li Sûriyê dilîze. Li gel bêdengiya navneteweyî gelek êriş pêk anîn û gelek herêmê dagir kirin.”

Der barê armanca dewleta Tirk a dagirker de Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê wiha got : “Dewleta Tirk hebûna Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk qebûl nake. Naxwaze aştî li herêmê pêk were. Ji ber ku bi hiceta li herêmê xeterî li ser ewlehiya wê heye, êriş dike. Lê ev siyasetên wê li ser jiyana sûriyan gef in.”

`ŞOREŞA JINAN DI XETERIYÊ DE YE`

Lîna Berekat daxuyand ku berdewamkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, gelê Sûriyê bi taybet jinan bi xeteriyeke mezin re rû bi rû dihêle û wiha pê de çû: “Sûc û binpêkirinên wê yên li dijî gelê Sûriyê çi li herêmên dagirkirî û yên din bi taybet li dijî jinan nayên jimartin. Ji ber wê gel, rêxistin û şoreşa jinan li herêmê bi xeteriyê re rû bi rû ne.”

Lîna Berekat diyar kir ku ev êriş destekê didin komên çete û amanca wan vejandina dewleta Osmanî ne, tenê li Sûriyê, di heman demê de li Iraq, dewletên derdorê ye.

`SÛCEKE ŞER Û QIRKIRINEKE ÇANDÎ Û CIVAKÎ YE`

Lîna Berakat îşaret bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî kir û bi sûceke şer û qirkirineke civakî û çandî ku li dijî lihevkirin û peymanên navneteweyî ye bi nav kir.

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Berekat Lîna bang li rêxistinên kir ku piştgiriya gelê Sûriyê bikin û got: "Êdî gelê Sûriyê nikare ji vê bêtir vê aloziyê tehemul bike. Divê diyaloga siyasî were pêşxistin, da ku alozî di zûtirîn dem de çareser bibe û penaber vegerin warên xwe yên resen."

(şx)

ANHA