Komxebata jinên ciwan: Fikirê rêber Ocalan wê jinan ber bi azadiyê ve bibe

Di beşa duyemîn a komxebata jinên ciwan a li Hesekê de bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan û bang li jinan hate kirin ku rêxistina xwe xurt bikin û li hemberî şerê taybet têkoşînê bikin.

Komxebata jinên ciwan: Fikirê rêber Ocalan wê jinan ber bi azadiyê ve bibe
20 gulan, 2022   16:18
HESEKÊ

Komxebata Yekitiya Jinên Ciwan a li bajarê Hesekê dewam dike.

Di beşa duyemîn a komxebatê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Şehbayê Emîne Hec Omer axivî û ev nirxandin kir: " Jinên Kurd ên têkoşêr ku di pêşengiya şoreşa azadiyê dikin û bûne sembola jina azad bi zanebûn tên hedefgirtin û qetilkirin."

Emîne Hec Omer bal kişand ser qirkirinên dewleta Tirk ên li ser jinan û got:  "Dewleta Tirk Kurdistan dagir kir, gelek komkujî li dijî gelê wê pêk anîne, piraniya qurbaniyên komkujiyan jin bûn. Dewleta Tirk bi hemû rêbazên siyasî qirkirin komî, çandî û fîzîkî li ser jinan dimeşîne. Berdêl çi dibe bila bibe, divê jin serî netewînin. Li aliyekî din jî ji aliyê rayedarên hikumeta Tirk û polîsan ve cihên karkotîk û fihûşê hatine vekirin da ku jinan hilweşînin. Di heman demê de malên giştî li Tirkiyê fermî ji aliyê dewletê ve hatin vekirin ku bi hezaran jin weke koleyên cinsî hatin bikaranîn.''

Di dewam nirxandinên xwe de Emîne Hec  Omer da ku jinan ji rastiya xwe dûr bikevin.

Emîne Hec Omer bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirk ên li Efrînê û wiha domand: "Dewleat Tirk a faşîst di 2018'an de êrişî bajarê aştiyê Efrînê kir, sûcên şer li wir kirin û bi dehan jin qetil kirin. Em ketine sala 4'an a dagirkirina Efrînê sûc berdewam in."

Emîne Hec Omer îşaret pê kir ku fikirê ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji felsfeya rêber Abdullah Ocalan girtine wê jinan ber bi rizgarkirina ji hemû cûreyên koletiyê ve bibe.

Di dawiya vê beşê de beşdaran banga, rêxistinkirin, xweperwerdekirin û têkoşîna li hemberî şerê taybet ê li hemberî jinan tê meşandin, kirin.

ANHA