​​​​​​​Kujerên Zekî Çelebî reviyan Hewlêrê

Li gorî agahiyan, kujerên kesayeta welatparêz Mihemed Zekî Çelebî ber bi Hewlêrê ve reviyane. Wêneyên kujeran hat parvekirin.

​​​​​​​Kujerên Zekî Çelebî reviyan Hewlêrê
20 gulan, 2022   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji 17’ê Gulanê ve rojeva sereke ya Başûrê Kurdistanê qetilkirina xwediyê restoranta Denîz û welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî ye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke cihê baweriyê ku ji ber sedemên ewlekariyê navê xwe nedaye, dayî Rojnewsê, derbarê kujerên Zekî Çelebî de agahiyekî girîng parve kiriye. Çavkaniya ewlehiyê dide zanîn ku kujer revîne bajarê Hewlêrê ya di bin kontrola PDK’ê de. Her wiha têkildarê xwe spartina kujeran a ji bo Hewlêrê jî çavkaniyê ev agahî dane: “Reva van kujeran a ji bo Hewlêrê dide nîşandan ku êrişa dijî Çelebî bi organîzeya hevpar a MİT’a Tirk û îstîxbarata PDK’ê ya bi navê Parastin pêkhatiye.”

3 wêneyên kujeran jî ligel vê agahiyê ku çavkaniyê ji Rojnews’ê re şandiye dibêje, dibe ku piştî belavkirina wêneyên kujeran kesên wan nas bikin, xwe bigihînin saziyên eleqeder ên ewlekariyê û agahiyên pêwîst di derbarê wan de parve bikin.