Di Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad de: Bi saya şoreşa 19`ê Tîrmehê ragihandineke azad û demokratîk hat avakirin

D Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad de: “Bi saya şoreşa 19`ê Tîrmehê rê li pêşiya ragihandineke azad û demokratîk vekir.” Her wiha hat destnîşankirin ku divê hemû rojnamevan rola xwe ya pêşeng bilîzin da ku dengê berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihînin cîhanê.

Di Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad de: Bi saya şoreşa 19`ê Tîrmehê ragihandineke azad û demokratîk hat avakirin
20 gulan, 2022   09:44
QAMIŞLO

Vê sibê Kongreya 6`an a Yekitiya Ragihandina Azad bi dirûşma “Pêkve Ber bi Ragihandineke Birewer, Berpirs û Sinc ve” li hola zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê destpê kir.

Di kongreyê de hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û got: “10 sal li ser avakiria yekitiyê derbas bû ku li hember hemû êrişên hêzên hegemonîk û dewleta Tirk tê dikoşe.”

Seydo wiha domand: “Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemonîk hatin ku bi awayekî rasterast ew dikirin hedef û di encamê de gelek ji wan şehîd bûn.”

Bengîn Seydo balkişand ser armancên kongreyê û got: “Di 10 salên derbasbûyî de, hêzên hegemonîk û dewleta Tirk bi taybet li ser astên leşkerî, siyasî û heta ragihandinê êrişî herêmê kir. Ji ber wê ji hemû rojnamevanan tê xwestin ku bi sinc û berpirsyarî kar bikin da ku van êrişan têk bibin.”

`ROLA RAGIHANDINÊ DI RAGIHANDINA DENGÊ BERXWEDANA ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ DE`

Her wiha hevserokê Gerînendetiya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm behsê kir ku bi saya fedakariyên şehîdan û berxwedana gelên herêm, ragihandin gihaştiye vê astê.

Mele Îbrahîm diyar kir ku Yekitiya Ragihandina Azad yek ji berhemên şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û got: “Ev şoreş, herêmê ji zordestiyê û faşîzmê rizgar kir. Şoreşek çapemeniyê bû. Kesek nedikarî gotinek binivîsanda, lê bi saya xwîna şehîdan îro em dikarin bi azadî nêrîna xwe rave bikin.”

Her wiha Mele Îbrahîm daxuyand ku pêvajoya heyî, di dîroka Sûriyê û Rojhilata Navîn de pêvajoyeke girîng e û hesas e, ji ber êrişên aborî, siyasî û leşkerî yên li dijî herêmê tên kirin û ev li axaftina xwe zêde kir: “Gelê me çi ji dest bê dike da ku vê pêvajoyê derbas bike û serkeftinan bi dest bixe. Ji ber wê divê em wek rojnamevan, hişyar bin û bibin zimanê civakê.”

Di dawiyê de Ciwan Mele Îbrahîm got: “Divê hemû rojnamevan, rola xwe ya pêşeng bilîzin û bibin dengê gelê herêmê, destkeftiyên wî û rêveberiya wî ya xweser ragihînin civaka derve. Ruxmî tevahî astengiyan lê ragihandin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên girîng avêtine.”

`JÊDERA RASTIYÊ`

Di kongreyê de endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Leyla Îbrahîm axivî û lidarxistina kongreyê li hemû rojnamevanan pîroz kir ku roleke girîng di vê pêvajoya hesas de dilîzin û hewl didin bibin jêdera rastiyê ji bo gel.  

Leyla balkişand ser siyaset û êrişên li dijî ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên û got: “Ragihandina me rastî hovantirîn siyasetên dewleta Tirk tê. Di encama wan siyasetan de gelek rojnamevanên me şehîd bûn.”

Leyle teqez bi pêwîstiya pêkanîna hemû rojnamevanan erkên xwe kir û got: “Di vê pêvajoyê de, li gel êriş û gefan, rojnamevanê kurd tevî derfetên kêm, xwe li hemû qadan îsbat kir.”

Kongre bi xwendina rapora xebatên 2 salan berdewam dike.

(şx)

ANHA