Partiyên li herêmê banga rawestandina projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk kir

10 partiyên erebî, kudrî û suryanî yên navçeya Tirbespiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku li dijî projeya dewleta Tirk a bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, bisekine.

Partiyên li herêmê banga rawestandina projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk kir
19 gulan, 2022   10:38
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker sûc û binpêkirinên xwe li xaka Sûriyê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş çavên cîhanê û civata navneteweyî didomîne. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî gelên herêmê komkujî û binpêkirinan pêk tîne û demografiya herêmê diguherîne.

Partiyên siyasî yên li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên guhartina demografiyê şermezar kirin. Daxuyanî li pêş Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Tirbespiyê ji hêla endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selac ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk siyasetên xwe yên faşîst û nîjadperest li dijî gelên herêmê û pêkhateyên wê, li hundirê Tirkiyê, li derve û bi taybet jî li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewam dike.

Têkildarî armanca dagirkeriyê ji derbkirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev herêm nûnertiya vîna gelên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan dikin, ji ber wê dagirkerî van herêman hedef digire.

Dewleta Tirk a dagirker di destpêka Gulanê de ragihand ku dest bi projeya bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî kiriye û dê nêzî milyoneke penaberên sûrî li avahiyên mêtingehiyê bi cih bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê vegera penaberan sûrî pêşwaz kir, lê got divê ew penaber vegerin xaka xwe ne herêmên Girê Spî, Idlib, Cerablus, Serêkaniyê, Efrîn, Bab û Ezazê yên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Der barê vê mijarê de partî û rêxistinên siyasî di daxuyaniya xwe ev tişt got: "Dagirkeriya Tirk di vê dawiyê de avahiyên mêtingehiyê li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê ava kirin ku penaberên sûrî li wan avahiyan bi cih bike. Ew yek jî bi armanca guhartina demografiya herêmê li ser hesabê gelên wê yên resen pêk tê."

Di daxuyaniyê de siyasetên nîjadperestî yên dewleta Tirk li hember gelên herêmê hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku li dijî siyasetên dewleta Tirk bikevin tevgerê da ku azarên gelê Sûriyê dubare nebin.

Partiyên îmzeya xwe danîne binê daxuyaniyê ev in;

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Nûjen û Demokratîk

Partiya Muhafezekaran

Partiya Roj a Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Kesk a Demokratîk

Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûrî

Partiya Aştiyê ya Demokratîk

Partiya Demukrat a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî)

Desteya Nîştimanî ya Erebî

Partya Yekitiya Demokratîk

(fr)

ANHA