Mûcîzeya PKK`ê - 1

Mûcîzeya PKK`ê - 1
18 gulan, 2022   05:34

MEDENÎ FERHO

Wek nivîskar û rojnamevanekî, dixwazim li ser destpêka PKKê û mûcîzeya ku îro hatiye bidestxistin, dîtinên xwe vebêjim.

Mûcîze, helbet ne di wateya mîtolojîk de ye, belkî rastiya diyalektîka Tevgera Azadiya Kurd e. Ji ber ku vê mûcîzeyê, hêviyên gelê Kurd zindî kirin, bi ked û xwîna ciwanên Kurd û şoreşgerên Tirk gihandin qonaxa îro û arena siyasî ya cîhanê rûnandin.

Şoreşgerî Tirk jî, ciwanekî ji Derya Reş Hakî Karer di pêkanîna vê mûcîzeyê de pêşengî kir. Pêşengiya Hakî Karer, ruh û agir e!

Hakî Karer, yek ji kesên yekemîn e ku baweriya wî bi “rizgarkirina gelê Kurd û Kurdistanê, wê gelên li Tirkiyê rizgar bibin, wê Tirkiye heta Rojhilata Navîn demokratîk bibe” hat. Ev rastî bû bingeha hişmendiya wî û hêza wî ya têkoşînê, hişmendî û baweriya wî xurt kir.

Ciwan her dem bûne enerjiya civakan û li hemberî defaktoyan li dijî dîktatoriyan bûne mertal û têkoşîn kirine. Rêber Apo jî weke pêşengê şerê estetîk û tenduristiya sedsalê derkete pêş. Kurdistan, di gora betonî de hatibû binaxkirin.

Rêber Apo, bi fikrekî nû û bi zikrekî nû derket holê. Ne tenê bi gotinê, ne tenê bi mêjî, gotin û pratîk kir yek û dest bi têkoşînê kir. Fikrê nû, ji dîrokê parzûn kiribû, bi felsefeya hemdemî û klasîk wek pola derxiste holê. Ji hemû fikrên şoreşgeran sûd girtibû, lê li gorî rastiya Kurdistanê, Tirkiyê û herêmê sentez kiribû. Sentezek xurt û rast bû.

Ciwanên ku li dora Rêber Apo kom bûn jî di wî fikrî de bûn û yek ji wan ciwanan, ciwanekî ji Derya Reş, Hakî Karer bû!..

Gelek kes, Hakî Karer wek enternasyonalîstê yekemîn ku tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye bi nav dikin. Bi nêrîna Kurdistaniyan erê, bi nêrîna şorşegerên Tirkiyê na.

Hakî Karer, şoreşgerî Tirk bû, dîroka Komara Tirkiyê ya emperetoriya Osmanî, bi taybetî  dîroka şoreşgeriya Tirkiyê û cîhanê baş dizanîbû. Pêşketinên rojane jî baş dişopandin. Baweriya wî bi dînamîza civakên li Tirkiyê bi taybetî bi dînamîzma civaka Kurd hebû.

Piştî ku Rêber Ocalan nas kir, wek şoreşgerekî Tirk, hem têkoşîna şoreşgeriya li Tirkiyê û mercên konjoktura serdemê jî li ber çavan digire û biryara xwe dide. Biryara wî jî bû ratsiya gihîştina roja îro.

Erê, ciwan her dem tê wateya nûbûn û pêşengiya guhertinê, lê ciwanên li dora Rêber Ebdullah Ocalan tev xwendekarên zanîngehan bûn û xwedî pîvanên zanistî bûn. Di aliyê dîrok, felsefe, civak û şoreşgeriyê de zana, têgihîştî bûn. Siyaseta klasîk, sîstema serdest ya kapîtalîst baş nas dikirin. Yanî, çînekî nû yê entelektuel e, lê ji entelektueliya sîstemê dûr e û entelektueliya sîstemê dikire bin lêpirsînê. Baş zanîbûn ku sêstem, pêşketina mirovaniyê asteng dike, mirovaniyê dike kole.  

Hakî Karer di vê mijarê de mînak e,  ji ber ku di destpêka salên 1970`yî de tev li tevgera ciwanên soyalîst dibe. Di 1973`an, di rêveberiya rêxistina xwendekarên zanîngehê “ADYOD” de cih digire. Lê piştî ku Rêber Ebdullah Ocalan û Kemal Pîr nas dike, rizgariya gelên Tirkiyê di rizgarkirina gelê kurd û Kurdistanê de dibîne û dibe yek ji hevalên Rêber Ocalan. Heta dawiyê jî, di vê hevaltiya şoreşgerî de bi dilsozî dimeşe. Ev mînaka dostaniya 300 salî ya şikeftê ye..!  

Ev meşa dilsozî ye û bû stûna avakirina rêxistina Apoyî. Dewleta Tirkiyê ev rastî dît û xwest pêşiya Tevgerê bigire, lewma pêşengên tevgerê kirin armanc.

Heta wê rojê, tevgerên soyalsît û ciwanên Tirkiyeyî bi zanebûn û ne bi zanebûn, di bin kontrola hêzên dewlet û MÎT`ê de bûn.

Lê tevgera Talabe, yan jî Apoyî, bi fikir, felsefe û pratîka xwe ji van rêxistinan cûda bû. Hîna di destpêkê de berê xwe da Kurdistanê. Ev jî dihate wateya ku Tevgera Ciwanên Apoyî ji kategoriya tevgera ciwanên klasîk cûda ye, otorîteya dewletê jî, ya MÎT            ê û otorîteya sîstemê nas nake. Lewma dewletê û kontrayên dewletê ku ji fazîlet û exlaq dûr in wek her demê pêşengên tevgera Apoyî kirin arman, ji bo berterefkirina wan serî li her rê û rêbazên afîşteyî da.

Tevgera Apoyî bi gumanan hereket ne kir,  tevgerên berê, şaşî û rastiyên wan nirxandin, ders  ji wan derxistin û dest bi têkoşînê kir. Sîstemên soyalîst jî nirxandibûn. Sînorên klasîk derbas kirin. Lewma her gava diavêt, di bedena sîstemê de birînek vedikirin û sîstem hejandin.

Dewleta Tirkiyê, hîna ji serdema Osmaniyan de bi taybetî piştî salên 1884`an,  bi pêşengiya Kûrt Îsmaîl Hakî Paşa, plana bicihkirina eşîrên Kurd kir pratîkê û heta weke îro, raporên ji bo bişaftin û tunekirina gelê Kurd dikin pratîkê. Lewma, mîratzadeyên Osmanî xwedî tecrûbe ne û her dem pêşengên civakan dikine armanc. Dema Sultan Ebdulhemîd, bi avakirina Teşkîlata Yildiz ya mûxbîriyê, berdewama wê Teşkîlati Mahsusa û Teşkîlata Karakol ya Îttîhat û Terakî, bingeha mûxbirî û îxanetê di nava civakan de ava kirin. Îstixbarata millî, MÎT`a Tirkiyê jî berdewama van teşkîlata ye. Ya balkêş ew e ku dewleta Tirk her serdemê rêxistinek cûda -kontra- bi navên cûda ya mûxbîri û kuştinê ava dike. Ev sîstem jî berdewama sîstema devşîrmetî û îdeolojiya Îttîhat û Terakî ye. Di sala 1911`an, di Kongreya Îttîhat û Terakî ya Selanîk de ji bo afirandina “mîletekî Tirk yê îslam” biryar hate dayîn. Piştî kongrê, komên çete ava kirin, Stenbol jî di nav de li her derê dest bi kuştinên siyasî kirin. Ev hişmendiyek şîzofrenîk bû û di sala 1915`an de, ji bo qirkirina gelê Suryan, Rûm, Ermen û Kurdan sîstema çete û kontra pêşxistin. Fermandarê Kolorduya Erzurumê Kazim Karabekîr, kontrayên “gîzîr” ava kirin; li Amed, Ruha û Mêrdînê ji girtîgehan kujer, diz û sergerde derxistin, kontrayên weke “El Xemsîn” ava kirin. Eşrafên îro û axayên bejik kirin serekçete. Li hemû herêman komên çete ava kirin, îro jî heman tîştî bi navên cûda dikin.

Mirov dikare vê sîstemê, weke sîstema kontra-komplo jî bi nav bike.

Li hemberî Tevgera Ciwanên Apoyî jî, kontra-komlo ava kirin, ‘Stêrka Sor” jî destpêk e. Ev tevgerek kontr-gerîlla bû û mîna lîderên tevgera azadiyê ku heta wê rojê bi vexwendina cem rayedarên dewletê hatibûn berterefkirin, Hakî Karer jî bi vexwendineke nîqaşa du alî de şehîd xistin.

Stêrka Sor jî, mîna kontr-komployên ku min li jor destnîşan kirin e û ji bo berterefkirina pêşengên Tevgera Apoyî bû. Navê wê jî balkêş e û gotina “sêva sor” tîne bîra amirov. Sêva Sor kizil-elma, dirûşmeya dagirkerî, wêrankirin û tunekirina gelan e. Ev dirûşme, berhemê hişmendiya şîzofrenîk sîstema dewşîrmetiyê ye.

Hakî Karer, yekemîn Tirkê ku di doza Kurd û Kurdistanê de şehîd bûye. Ev jî dide xuyakirin ku Rêber Ocalan di civîna Çubukê de herçiqasî “orîjîn Kurd” li ber çavan girtibe jî, piştre gihaye wê baweriyê ku şoreşa gelan, xwedî wesf û temtêla gerdûnî ye,  divê hemû gelan hembêz bike. Lewma û piştî demekê, bi Kemal Pîr û Hakî Karer re hevdîtin kiriye.

Hevdîtinên bi Hakî Karer û Kemal Pîr re Rêber Ocalan di aliyê îdeolojîk û polîtîk de ber bi diyalektîk û dînamîzma dîrokî,  ber bi rêxistiniyeke gerdûnî ve bir. Vê jî dînamîzm û afirgeriya komên xelkê derxist holê.

Şehîdkirina Hakî Karer ji bo Tevgera Ciwanên Apoyî qonaxek nû bû. Dewletê hêvî dikir ku bi şehîdkirina Hakî Karer di dînamîzma civakî, di têkoşîna hevpar de parçebûnekê, qutbûnekê çêbike. Lê nebû..!

Bi saya pêşdîtinên Rêber Ocalan ev qonax veguherî qonaxek dîrokî. Mixabin, kurmê îxanetê di xwîna Kurdan de şiyar kiribûn û encam jî dabû. Şehîdkirina Hakî Karer bes nedîtin! Ji ber ku hişmendiya şîzofrenîk ya dewletê dixwest tevahiya Tevgera Azadiya Kurd berteref bike. Pêşengên Tevgera Apoyî jî xwedî felsefeyek cûda bûn, di şoreşa Kurdistanê de bi israr û hêvî bûn.