​​​​​​​Çeteyên DAIŞ’ê çar welatî qetil kir

Çeteyên DAIŞ’ê li sinorê navçeya Xurmato û bajaroka Uzêm çar welatiyan revandin û piştre ew kuştin.

​​​​​​​Çeteyên DAIŞ’ê çar welatî qetil kir
16 gulan, 2022   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li parêzgeha Selahedîn û Diyale çeteyên DAIŞ’ê çar kesan revandin û piştre jî kuştin.

Berdevkê Eniya Başur a Heşda Şebî Elî Haşmî derbarê bûyerê de agahî da Rojnews’ê.

Elî Haşmî da zanîn ev demeke li sinorê navçeya Xurmato tevgerek eşkere ya DAIŞ’ê heye û got, “Îro li gundê Yengece ya dikeve rojavayê Xurmatoyê, çeteyên DAIŞ’ê şivanek revandin û di saetên êvarê de jî bi qasî 3 kîlometre dûrî cihê lê hatî revandin, cenazeyê wî hate dîtin.”

Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê îro li gundê Um Hewalî yê bajaroka Uzêm sê cotyaran revandin, û piştre ew kuştin.