Li Kobanê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Bi sedan şêniyên Kobanê Roja Zimanê Kurdî ku dikeve 15`ê Gulanê pîroz kirin û pesna ked û fedekariyên tevgera rizgariya Kurdistanê di parastina zimanê Kurdî û gelê Kurd ji holêrakirin û tunekirinê, da.

Li Kobanê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Kobanê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Kobanê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Kobanê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Kobanê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Kobanê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Kobanê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
15 gulan, 2022   12:24
KOBANÊ

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê bi dirûşma “Zimanê kurdî têkoşîna me ye, em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin” li Dibistana Şehîd Azad pîrozbahiyek li dar xist. Bi sedan xwendekar, şêniyên bajêr, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û saziyên sivîl û xizmetguzariyê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Bekir Ceradê di pîrozbahiyê de axivî û ev roj pîroz kir. Ceradê got: “Di dirêjahiya dîrokê de Kurd rastî qirkirinê hatin, lê belê karîbûn xwe biparêzin. Di salên dawîn de ev qirkirin di lutkeyê de hat meşandin. Tevgera Rizgariya Kurdistanê di parastina Kurdan ji tunekirinê de roleke mezin lîst. Her wiha li ser perwerdeya li seranserê herêmên Kurdistanê jî bandorek mezin kir. Bi saya fedekariyên bi hezaran cangoriyan em îro gihîştine vê astê.”

Ceradê diyar kir ku îro li herêmê aramî û aştî heye û asta ziman

Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Muslim jî Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: “Gelê Kurd her tim ji bo azadiyê têkoşiyaye û rastî gelek komkujiyan hatiye, lê ruxmî wê jî mîras û zimanê xwe parastiye û xwedî lê derketiye. Roja Zimanê Kurdî ji bo me rojeke dîrokî ye.”

Şêrîn destnîşan kir ku îro ew xwediyên dibistan, zanîngeh û peymangehan in û got: “Ev yek bi saya fedekariyên şehîdan û tevgera rizgariya Kurdistanê ye.”

Di şahiyê de Koma Vejîn a zarokan û Koma Stranan a Peymangeha Viyan Amara ya bajarê Kobanê, stranên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha hejmareke xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

(cx)

ANHA