​​​​​​​Şêniyên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Bi diruşmeya " bi rihê 15'û Gulanê em ê vegerin Efrînê "Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
14 gulan, 2022   17:31
ŞEHBA

Endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, nûnerên partiyên siyasî, endamên sazî û yekitiyên sivîl ên Efrînê li qada dibistana Ehdas a kantona Şehbayê li hev kom bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Sedemê û pankartên " bi rihê 15'ê Gulanê em ê vegerin Efrînê" û "Bi rihê Berxwedana Serdemê em û Efrîn rizgar bikin û lê vegerin" hat xemilandin.

Şahî bi kêliyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinû a Herêma Efrînê Fadil Mihemed axivî.

Fadil Mihemed 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li tevahî şêniyên Efrînê, xwendekar û karmendên perwerdeyê pîroz kir.

Fadil Mihemed got: "Tevî zehmetiyên ku ji ber dorpêça ji aliyê hikûmeta Şamê ve û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve ku gelek caran dibistanan dikin hedef, lê me karîbû prosya perwerdeyê dewam bikin û ji her kesî re teqez bikin ku em bi zimanê xwe yê ku dixwazin qir bikin girêdayî ne."

Fadil anî ziman ku ew ê li ser şopa berxwedana û girêdana bi ziman dewam bikin ji ber ku ziman hebûn e û ew ê nehêlin ti kes wê binpê bike.

Piştre koma Şitilên Zeytûnê ya girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê stran li ser zimanê kurdî gotin, xwendekaran jî helbest derbarê zimanê kurdî  û berxwedanê de xwendin.

Koma Şehîd Viyan Amara ya şanoyê jî şanoyek li ser berxwedana li hember êrişan û girêdana bi şerê gel ê şoreşger ve pêşkêş kir.

Di dawiyê de Koma Şehîd Hîva ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê stranên şoreşgerî gotin û dîlan gerandin.

(şt)

ANHA