​​​​​​​Rêxistinên Civaka Sivîl ênTebaqayê kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xist

Rêxistinên Civaka Sivîl ên bajarê Tebqayê bi durişma "Rêxistinkirina rast bingeha avakirina civaka exlaqî ya demokratîk e" li navenda Çand û Hunerê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.

​​​​​​​Rêxistinên Civaka Sivîl ênTebaqayê kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xist
14 gulan, 2022   13:57
TEBQA

Di kongreyê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, endamên saziyên sivîl û meclisên leşkerî û bi dehan endamên yekitiyên girêdayî Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê amade bûn.

/ar/uploads/files/2022/05/14/130625_mnzmat-almjtma-almdny-fy-altbqh-taqd-mutmrha-althany-28229.webp

Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Rêxisitnên Civaka Sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokê Yekitiya Esnafan Mîlad Faris axivî.

Mîlad Faris got:  "Em îro bi saya fedekariya şehîdan kongreya xwe ya duyemîn lidar dixin, ger ne ji şehîdan ba wê teror têk neçûba."

Faris diyar kir ku ji bo projeya demokratîk a ku rêber Ocalan destnîşan kiriye bi ser bikeve pêwîstî bi xurtkirina xebatê heye.

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso jî axivî, geşedanên siyasî nirxand û bal kişand ser hevkariya PDK'ê di êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de.

Xerîb  Hiso got: "Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê û komên ku li gor berjewendiyên wê  kar dikin hewil dide bi rêya Mîsaqî Milî dagirkeriya Osmanî dubare bike.''

Hiso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya bi cihkirina miyonek penaber demografiya herêmên dagirkirî biguherîne.

Xerîb Hiso di dawiyê de ji bo têkbirina projeya Osmaniya nû, banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê kir.

Paşê hevseroka Rêxistinêna Civaka Sivîl li Tebqayê Xedîca Dawûd rapora xebatên salekê xwend.

Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl li Tebqayê Setam El-Ferec jî rêziknameya rêxistinan xwend, û li ser bendên wê nîqaş hat kirin.

Di dawiyê de, beşdaran bi rêya dengdana yekser, careke din Setam El-Ferec û Xedîca Dawûd weke hevserokên Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê  hatin hilbijartin.

(şt)

ANHA