Rojnameyên erebî: Başaxa “kaxiza petrolê” ji El-Debîbe stend

Rojnameyên erebî vê sibê yên vê sibê derketine der barê lidarxistina parlamentoya Iraqê civînan, doza petrolê ya di navbera hikumetên Lîbyayê de û kar û barên Lubnanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Başaxa “kaxiza petrolê” ji El-Debîbe stend
12 gulan, 2022   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

`PARLAMENTOYA IRAQE CIVINEN XWE LI DAR DIXE`

Girêdayî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Meclisa Parlamenteran a Iraqê piştî çend hefteyan, ji nû ve dest bi lidarxistina civînên xwe kir, bi taybet piştî ku aliyên siyasî li ser hilbijartina serokkomarê û hikumeta nû li hev nekirin.

Li gorî çavdêran, lidarxistina parlamentoya Iraqê civînên xwe, gaveke pêwîst e da ku felcbûna heyî bi dawî bibe. Her wiha destnîşan kirin ku nîşaneya dirêjkirina dema serokatiya Berhem Salih û hikumeta Mistefa Kazimî be.

Çavdêran diyar kir ku heta niha aliyên siyasî li hev nekirine, ruxmî ku gelek însiyatîf hatin ragihandin. Ji ber wê vebijêrka heyî, dirêjkirina dema serokkomariyê ya Salih û hikumeta Kazimî ye. Bi taybet li gel ku gelek aliyên siyasî di sêrî de Çarçoveya Koordînekirî, naxwazin parlamento were jihevxistin û hilbijartinên din li dar kevin.”

`BAŞAXA KAXIZA PETROLÊ JI HIKUMETA WAHDA STEND`

Der barê rojeva Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Fethî Başaxa kaxiza petrolê ji hikumeta Wahda Wataniye ya bi serokatiya Ebudlhemîd El-Debîbe stend, piştî ku got bi saya wî zevî û benderên petorlê ji nû ve hatin vekirin. Li aliyekî din Amerîka careke din soz da ku cezayan li ser kesên lidarxistina hilbijartinan asteng dikin, ferz bike.

Başaxa li ser hesabê xwe yê Twitterê duh got: “Hewldanên Meclisa Parlamentoyê û hikumetê yên ji bo vekirina zevî û benderên petorlê bi ser ketin, piştî ku Bloka Hîlala Neftî bidawîkirina ambargoyê li ser kargehên petrolê erê kir.”

`NY`YÎ HIKUMETA LUBNAN BI XIZANKIRINA GEL TAWANBAR KIR`

Girêdayî rewşa Lubanên rojnameya Îtîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Duh di raporeke serbixwe ya NY`yê hat ragihandin ku hikumeta Lubnanê û banka wê ya navendî mafên mirovan binpê kirin, dema bi rêya wêrankirina aboriya li welêt, xelk xizan kirin.

Nûnerê taybet ê têkoşîna li dijî xizaniyê yê NY`yê Olivier De Schutter got hikumet û banka navendî, nekarîn mafên lubnaniyan ên civakî, tenduristî û jiyanî yên layîqî lubnaniyan, peyda bikin û got: “Ev alozî encama siyasetên binkeftî yên hikumetê ye, rayedaran heta piştî alozbûna rewşê, tu guhertin çênekirin.”

(şx)

ANHA