​​​​​​​Welatî: Peymana civakî dê çareseriya aloziya Sûriyê be

Li gorî welatiyên ku reşnivîsa Peymana Civakî şopandine, Peymana Civakî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê sazkirin, misogeriya mafên gelê Sûriyê û pêkhateyên wê yên cuda ye. Her wiha dibe destûrek ji Sûriya pêşerojê re û çareseriyek ji bo krîza welêt re.

​​​​​​​Welatî: Peymana civakî dê çareseriya aloziya Sûriyê be
12 gulan, 2022   07:14
HESEKÊ

Roja sêşema borî Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya 5`an li navçeya Til Temir a kantona Hesekê li dar xist. Tê de hevserokên meclis û komînan, nûnerên saziyên sivîl ên navçeyê bşedar bûn.

Bi armanca nîqaşkirina reşnivîsa peymana civakî ji hejmara herî zêde ya civaka herêmê re, Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînan li dar dixe.

Beşdarên civînan hewldanên sazkirina peymana civakî û  ji bo girtina nêrînên beşên civakî silav kirin.

Welatiyê bi navê Mihemed El-Hesen ê ji navçeya Til Temirê wiha axivî: "Ji bo me bendên peymana civakî, hêvî û pêşbiniyek mezin ji bo pêşerojeke geş heye. Tevlêkirina di van civînan de û girtina nêrînên me, îsbat dike ku demokratî li herêmê ye û civak xwe bi xwe bi rêve dibe."

El-Hesen diyar kir ku reşnivîsa hatiye pêşkêşkirin mafên hemû pêkhateyan diparêze, zimanê dayikê yê pêkhateyan nas dike, derfetê dide azadiya nêrînê, banga hevgirtinê li hember kesên ku herêmê û destkeftiyên wê dikin hedef, mafên hemûyan diparêze; destpêkê ji kes, kom û heta her pêkhateyekê.

El-Hesen destnîşan kir ku peyman ji hemû sûriyan, peymaneke rûmetê ye û got: “Dibe ku ji Sûriyeya pêşerojê bibe destûreke guncew, ji bo aloziya Sûriyê bibe çareserî ku hemû sûrî lê digerin. Ez bawer dikim ku heke ev bend pêk werin, dê aloziya li welêt çareser bibe. Ji ber ku ew li gorî temînatan e ku heta dewletên cîranê dixwazin pêk bînin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sazkirina peymana civakî re mijûl dibe. Armanca wê ew e ku rêbaz û sîstema rêveberiyê li herêmê, armanc û xwezaya xebatên wê li herêmê û derve, erk û mafên pêkhateyên li herêmê diyar bike, da ku mîna destûrekê be.

Piştî ku sazkirina reşnivîsê bidawî bû, ji 12`ê Sibatê ve komîteya têkildar dest bi lidarxistinan cîvinan kir. Da ku reşnivîsa ji 99 bendan pêk tên bi şêniyên herêmê re parve bike, nêrîn û pêşniyarên wan bigire. Piştî nirxandina wan pêşniyaran dê yên pêwîst li reşnivîsê zêde bike beriya ku forma wê ya dawî ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re bê pêşkêş bike ji bo ku erê bike.

Welatiya bi navê Ula Oglu kêfxweşiya xwe bi bendên peymana civakî wiha anî ziman: "Dema min reşnivîsa hatiye pêşkêşkirin guhdar kir û dît, ez kêfxweş bûm. Peyman derfeteke berfireh dide hemû pêkhateyan û olan da ku xwe û çanda xwe îfade bikin. Pêkanîna ewlehiyê li herêmê û çareserkirina aloziya Sûriyê dabîn dike."

Têkildarî nûnertiya jin di pêşeroja herêmê de û asta misogerkirina peymanê ji mafên wê re Ula Ogulo wiha axivî: "Di peymanê de derfeteke mezin ji jinan re hatiye dayîn. Ev yek di tu qanûn û destûrên din de nehatiye dîtin. Ji ber wê jî ez dibînin ku peyman maf û pêşeroja jinan bi awayekî giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, misoger dike."

Di xala 4`an a pêşgotina reşnivîsa peymanê de ku cewhera peymanê ye dibêje ku şoreşa civakî ya bi pêşengtiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rê li pêşiya pêşketina fikrî, civakî vekir û jin bû stûna sîstema demokratîk a herêmê.

Di madeya 22`yan de di deriyê yekemîn ê reşnivîsê de behsa misogeriya azadiya jin, mafên jin di civakê de û wekheviya di navbera jin û mêr de, dike.

Welatiyê bi navê Yasîn El-Hisên ku ji bajarokê El-Xira ye teqez kir ku reşnivîsa peymanê di bendên xwe de wekheviya di navbera jin û mêr de esas digire, nexasim piştî bilindkirina rêjeya nûnertiya jin heta ji sedî 50. Her wiha mafên hemû pêkhateyan misoger dike, xizmeta civaka Sûriyê bi giştî dike û dibe ku ji tevahî gelê Sûriyê re bibe destûr.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî encamnameyên kongreyên ku şêniyên herêmên Cizîr û Firatê bi sponseriya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 25`ê Mijdara 2020`an de li dar xistine, dest bi sazkirina peymaneke civakî ji bo herêmê kir.

(bx)

ANHA