Civîna "dewletên alîkar" îro li Brûkselê dest pê dike

Îro "Dewletên alîkar" der barê Sûriyê de li Brûkselê bi nebeşdarbûna Rûsyayê dest bi civînên xwe dikin. Hêvî ji bo bidestxistina tu encamên erênî lewaz in têkildarî van civînan tune ne.

Civîna "dewletên alîkar" îro li Brûkselê dest pê dike
9 gulan, 2022   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Brûkselê civîna bi navê "Destekdayîna pêşeroja Sûriyê û herêmê" di dewreya xwe ya 6`emîn de bi beşdarbûna nûnerên hikumet, rêxistinên navneteweyî, herêmî û rêxistinên civaka sivîl, dest pê dike.

YE’yê roja Înê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku civîna Brûkselê dê roja duşem û sêşemê were lidarxistin û dê tê de destekdayîna diravî ya girîng ji bo pêkanîna  pêwîstiyên koçberên Sûriyê û civakên ku ew pêşwazîkirin e were xurtkirin. Her wiha diyaloga bi civaka sivîl re dê were şopandin û kûrkirin.

Ev civîn di dema ku dewleta Tirk behsa projeya bicihkirina milyonek keçberên Sûriyê li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê dike, tê lidarxistin.

PYD`ê roja duşemê bi daxuyaniyekê bêdengiya civaka navneteweyî der barê projeyên dagirkirinê yên dewleta Tirk de, rexne kir.

Nûnerên dewletên derdora Sûriyê, dewletên ku koçber pêşwaz kirine, ji wan Qeter, Erebistana Siûdî, Tirkiyê, Misir, Urdun, Iraq, nûnerên YA`yê, DYA`yê, Brîtaniya û Komkara Ereban beşdarî kongreyê bibin.

Wezareta karên derve ya girêdayî hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê got ev civîn bi şêwazê xwe yê heyî ne li gorî pîvanên NY`yê ku xebatên mirovî bi rêxistin dike û bêyî beşdarbûna dewletên sereke yên pêwendîdar tê lidarxistin, her wiha parastineke rast ji bo alîkariya ji gelê Sûriyê û vegerandina mafên wî re, eşkere nake.

(bx)