Li Dêrazorê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Karwanekî hêzên hikumeta Şamê li çolistana Meyadîn a rojhilatê Dêrazorê hate hedefgirtin, di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 birîndar bûn.

Li Dêrazorê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
9 gulan, 2022   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanekî hêzên hikumeta Şamê dema ji herêma Hamîma ber bi herêma Fayda Ibin Muwayna ya çolistana Meyadîn a rojhilatê Dêrazorê ve diçûn, bombeyek pê de teqiya ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê danîbû.

Di encamê de 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 din jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR`ê ji destpêka salê ve di operasyonên leşkerî yên li beyarê de 198 kes hatine kuştin, ji wan 104 çeteyên DAIŞ`ê ne ku di encama êrişên hawayî yên Rûsyayê yên li dijî herêmên çolistana Himis, Siweyde, Hema, Reqa, Dêrazor û Helebê de hatine kuştin.

Her wiha 94 hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê di encama êriş û kemînên çeteyan li herêmên rojavayê Firatê, çolistana Dêrazor, Reqa Himis, Sewyda, Hema û Helebê de hatine kuştin.

(eh)