PYD bêdengiya civata navneteweyî li hember planên Tirkiyê li Sûriyê şermezar kir

PYD`ê bêdengiya civata navnteweyî û hêzên garantor ên li Sûriyê û paşguhkirina siyaseta nijadperest ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî dimeşîne bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê ji bo ku koçberên Sûriyê li wan avahiyan bi cih bike, şermezar kir.

PYD bêdengiya civata navneteweyî li hember planên Tirkiyê li Sûriyê şermezar kir
9 gulan, 2022   08:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Raydarên dewleta Tirk a faşîst di van demên dawî de daxuyaniyên xwe yên der barê projeya bicihkirina milyonek koçberên Sûriyê li herêmên dagirkirî de zêde kirin û hewl didin plana guhertina demografiya wan herêman temam bikin.

Heta niha Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE) û hikumeta Şamê jî tu helwest li hember van planên xeter ên dewleta Tirk nîşan nedaye.

Têkildarî mijarê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyanî da û tê de bikaranîna dewleta Tirk a dagirker dosyayên girêdayî rewşa Sûriyê, guherandina nasnameya bajar û gundên kurdî şermezar kir ku bi rêya wê hewl dide dagirkeriya xwe firehtir bike.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker hewl dide hemû dosyayên girêdayî kar û barên Sûriyê bi kar bîne. Ji komkirina piraniya terorsîtên li cîhanê li Sûriyê bigire heta bigihêje belavkirina fikrê ixwanî yê tundraw, parçekirina herêmên Sûriyê, dagirkirina wê, guhertina demografiya herêmên Sûriyê bi taybet herêmên kurdî li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, guhertina nasnameya bajar û gundên Kurdan da ku zihniyeta osmanî ya toranî bi cih bike. Her wiha dosyaya penaberên sûrî, yek ji dosyayên herî zêde ku rejîma Tirk wek kaxizeke zextê bi kar aniye. Dewleta Tirk vê kaxizê li dijî dewletên Ewropayê bi kar anî, da ku destkeftiyên aborî li ser hesabê gelê Sûriyê ji wan dewletan bi dest bixe.

Di vê dawiyê de rejîma Tirk hewl dide alî, hêzên herêmî û bûyerên navneteweyî bi kar bîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Vaye îro rejîma Tirk behsa vegerandina milyonek penaberên sûrî dike. Lê wan venagerîne warên wan, lê belê dê li herêmên dagirkirî bi sponseriya komeleyên ixwanî yên tundraw bi cih bike. Li gel van bûyeran, civata navneteweyî bêdeng e û vê rewşê paşguh dike. Ji ber wê rejîma Tirk derfetekê dibîne ku kriyarên xwe bidomîne, terorê û wêraniyê li herêmên dagirkirî li dijî gelên me û gelên herêmê berdewam bike, tevna civakî ya Sûriyê parçe bike da ku bahoza şerê Sûriyê raneweste. 

Em bang li gelê Sûriyê dikin ku vegerin warên xwe yên resen û neçin li avahiyên mêtîngeriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker yan jî bi sponseriya komeleyên ixwanî ava bûne, bi cih nebin. Ew ji vê yekê dixwazin armancên siyasî, ajande û timayên dewleta Tirk pêk bînin ku hewl dide binesaziya civakî ya gelê Sûriyê biguhere. Em bêdengiya civata navneteweyî û hêzên garantor li hember vê siyaseta nijadperest şermezar dikin. Em bang li hêzên demokratîk ên li Sûriyê û cîhanê dikin ku li hember van projeyên kirêt bisekinin û hewldanên dagirkeriya Tirk têk bibin ku dixwaze fitne û parçebûnê di navbera pêkhateyên Sûriyê de biafrîne. Em bang li welatparêzên sûrî dikin ku bibin yek û helwestekê nîşan bidin da ku planên rejîma Tirk negihêjin serî. Hemû sûrî bi awayekî ewle vegerin war, mal û milkên xwe, neçin li herêmên pêkhateyên din bi cih nebin. Da ku civaka me bi hemû pêkhateyên xwe di pêşerojê de di nav aştî û hezkirinê de û bi rûmet û azadî di Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî de bijîn.”

(şx)

ANHA