Artêşa Tirk niha jî gundewarê Eyn Îsayê daye ber topan

Hemwextî êrişên li ser kantona Şehbayê, artêşa Tirk a dagirker gundê Mielek û rêya M4 li rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran dike.

Artêşa Tirk niha jî gundewarê Eyn Îsayê daye ber topan
9 gulan, 2022   06:41
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mielek û rêya M4 yên gundewarê rojavayê Eyn Îsayê topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker di topbaranê de çekên giran bi kar tîne.

(cx)

ANHA